Tevî astengiyan, destkeftiyên Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê

Yekitiya Werzîşê ya Herêma Tebqayê ruxmî ku nû hatiye avakirin û tevî derfetên kêm, lê gelek destketfî bi dest xistine.

Tevî astengiyan, destkeftiyên Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê
20 mijdar, 2018   08:57

EBDULREZAQ ZEKERIYA / TEBQA

Konferansa yekemîn a Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê 17'ê Cotmehê li dar ket. Di konferansê de ji bo çavdêriya xebatên komîteyên yekitiyê (Komîteyên lîstokên tekakesî, lîstokên komî û komîteya lîstokên jinan) komek endamên rêveber û hevserokên yekitiyê hatin hilbijartin.

Ruxmî derfetên kêm Yekitiya Werzîşê û bi taybet cihê perwerdeyê, lê dîsa jî yekitiyê bi tevlêbûna pêşbirkan li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê astên pêşketî bi dest xistine. Tevî ku tîmên ku beşdarî pêşbirkan bûne bi hêz bûn û ji tîmên yekitiyê kevntir bûn. Tîma herêma Tebqayê ya pîngpongê (tenîsa maseyê) di pêşbirka ku beriya vê bi du hefteyan li Minbicê li dar ketibû, asta yekemîn girtiye. 

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê berpirsa lîstokên tekakesî yê Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê Mehmûd El-Yetîm axivî û behsa astengiyên ku rastî wan tên kir. El-Yetîm destnîşan kir ku holên werzîşê di encama bikaranîna wê ji hêla DAIŞ'ê ve wek baregeh, gelek zirar dîtine. Her wiha El-Yetîm diyar kir ku ji ber derfetên kêm ên madî yên yekitiyê, nikarin wan holan sererast bikin.

El-Yetîm wiha domand: "Di van çend hefteyên derbasbûyî de gelek tîm hatin avakirin. Weke tîmên futbolê, voleybolê û pînpongê. Ev tîm tev li gelek pêşbirkan bûne. Her wiha em spasiya Yekitiya Jinên Ciwan û Meclisa Ciwanên Tebqayê dikin. Ji ber ku holek ji bo perwerdekirina tîma pîngpongê û avahiya yekitiyê eyar kirine."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê xebatên sererastkirina hemû avahî û holên werzîşê hilda ser milên xwe. Ji nav van avahiyan a herî girîng, bajarê werzîşê ye ku dikeve aliyê rojava yê têketina bajêr.

(şx)

ANHA