Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Di şopandina çapemeniya Rûsya û Tirkiyê ya civîna serokên herdu welatan de nakokî serwer bûn. Çapemeniya Tirkiyê bal kişand ser aliye aborî û gazê û çapemeniya Rûsya jî behsa bidawîrina dosya Cebhet El-Nusra. Waşinton jî peywendiyên xwe bi Îraq û Lubnanê re zêde kirin da ku zestê li Îran û hevkarên wê bikin. Rewşa Yemenê jî mij e û aliyên şer banga aramiyeke çapemenî dikin û di heman demê de herdu alî hêza xwe  li eniyên pêşîn zêde dikin.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
20 mijdar, 2018   08:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa encamên civîna herdu serokên Rûsya û Tirkiyê û nakokiyên şopandina çapemenî jî serwer bûn. Rojnameyan her wiha bal kişandin ser tevgerên Amerîka der barê Îraq û Lubnanê de li rex astengiya çalakiyên siyasî li herdu welatan. Her wiha behsa pêşketinên dawî di dosya Yemenê de kirin.

Şerq El-Ewsat: Mosko “bidawîkirina dosya El-Nusra” li Idlibê dixwaze

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa mijar û aloziya Sûriyê kirin. Rojnameya Şerq El-Ewsat ragihand ku Kirêmlên lêhûrbûnên civîna di navbera serokê Rûsya Viladîmêr Pûtîn û serokê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan de yên girêdayî rewşa Idlibê û giştî dosya Sûriyê eşkere nekirin. Rûsya jî behsa mijara kişandina gaza xwezayî ber bi Ewropa di riya Tirkiyê re kir û êdî bi “şepêla Tirkiy” tê nasîn.

Rojnameyên her wiha xwe spat dezgehên çapemeniyê yên Rûsya ku agahiyên xwe ji çavkaniyên nêzî Kirêmlên wergirtine ew e ku dosya Idlibê di civînê de hazir bû û herdu alî hewl didin çareseriyeke hevbeş peyda bikin, nemaze piştî ku pêkanîna bendên hevpeymanê li devera bê-çek asteng bû. Çavkaniyekî leşkerî ragihand ku Mosko hewl dide mijara bidawîkirina dosya Cebhet El-Nusra bilez bike. Danûstandina Pûtîn jî behsa vê mijarê dike û di civîna misogerkarên Astana de ku tê payîn di 28-29’ê vê mehê de were lidarxistin mijara sereke be.

El-Heyat: Di dawiya vê mehê de toreyeke danûstandinên Sûriyê li Astana dest pê dike

Rojnameya El-Heyat jî got ku rayedarên Kazaxistanê ragihandin ku toreyeke nû ya danûstandinên der barê Sûriyê de dê di 28-29’ê Mijdarê de di navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê de were destpêkirin da ku rewşa Idlibê û giştî rewşa Sûriyê gotûbêj bikin.

Şerq El-Ewsat: Enqere piştî şerê çeteyan li Efrînê qedexeya derketinê ferz kir

Der barê tevliheviya ewlehî li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine rojnameya Şerq El-Ewsat ragihand ku li bajarê Efrînê di navbera komên çete de şer derketiye û di encamê de herî kêm 25 çete hatine kuştin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku di encamê de Enqereyê jî qedexeya derketinê li bajêr ferz kir.

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Ereb behsa xebatên navnetewî yên pêkanîna aştiyê li Yemenê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Hosî ji bo pêngava aştiyê asteng bikin razîbûnên tektîkî pêşkêş dikin.”

Filistîn

Der barê rewşa dawî ya Filistînê de rojnameya El-Heyat behsa daxwaza desthilatdariya Filistînê ji civaka navnetewî re kir ku biryara Konseya Giştî ya Netewên Yekbûyî pêk bîne û manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Hikûmeta Filistînê pêkanîna biryara parastina gelê Filistînê ya navnetewî dixwaze”.

Lubnan

Girêdayî çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta Lubnanê rojnameya El-Ereb xwe spart çavkaniyên dîplomasî yên dewletên rojavayî li paytexta Lubnanê û ragihand ku serokê Amerîka Donald Trump helwesta xwe ya alîkariya bi serokê hikûmetê Seed El-Herîrî re ragihand û maşêteke xwe wiha bi nav kir: “Trump li dijî Hizbullah alîkariya El-Herîrî dike”.

Îran

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî behsa cezayên Ewropa li ser Îranê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Ewropa cezayên li dijî Îranê lêkolîn dike”.

Iraqê

Der barê çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta Iraqê de jî rojnameya El-Ereb behsa peywendiyên di navbera serokwezîrê Iraqê Adil Ebid El-Muhdî û wezîrê xezîneya Amerîka kir û manşêteke xwe wiha binav kir: “Wezîrê Xezîneya Amerîka ji ber Îranê zextê li Adil Ebid El-Muhdî dike”.