Li Efrînê çalakiya bi bandor a YPG`ê

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG`ê eşkere kir ku hêzên wan çalakiyeke bi bandor li navenda bajarê Efrînê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker lidar xistine.

Li Efrînê çalakiya bi bandor a YPG`ê
20 mijdar, 2018   08:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê ragihand ku di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê hêzên wan çalakiyên xwe yên bi bandor li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.

Li gorî daxuyaniyê, dateyên çalakiya şervanên YPG`ê ku duh li bajarê Efrînê li dijî çeteyan lidar xistinbû, wiha ne:

-Roja 19’ê Mijdarê yekîneyêk me, li navenda bajarê Efrînê li hember navendeke koma çeteyên dagirker ê bi navê “polîsên leşkerî” dixebitîn çalakiyek bi bandor pêk anîn. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 6 çete bi giranî brîndar bûn.”

(kc)