Şehîdê YPG'ê li Hewlêrê hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê yê ji Hewlêrê Elî Xebat ku li Dêrîkê ya Rojavayê Kurdistanê şehîd bibû li Hewlêrê spartin axê.

Şehîdê YPG'ê li Hewlêrê hate veşartin
Şehîdê YPG'ê li Hewlêrê hate veşartin
Şehîdê YPG'ê li Hewlêrê hate veşartin
20 mijdar, 2018   06:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê şervanê YPG'ê yê ji Hewlêrê Elî Xebat ku li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo dema bi erka xwe radibû, di qezayeke trafîkê de şehîd bibû, piştî ku duh ji Rojavayê Kurdistanê li Deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê hate kirin, şevê din li Hewlêrê bi merasîmekê hate veşartin.

Gelek welatî, nûnerên partiyên siyasî yên Hewlêrê û malbata wî beşdarî merasîma veşartina cenaze bûn.

Her wiha duh bi hezaran şêniyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyên Şehîd Şahîn Qereçox ku bi eslê xwe Fransî ye û şehîd Elî Xebat ku ji Başûrê Kurdistanê ye, di Deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê kirin. Cenazeyê Şehîd Qereçox wê derbasî Fransa bikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî li ser şahadeta Elî Xebat ev daxuyanî da; “Hevrêyê me Elî Xebat dema li bajarê Dêrîkê bi erka xwe radibû, di 15’ê Mijdarê de di encama qezayeke trafîkê de şehîd ket.

Hevrê Elî Xebat li başûrê Kurdistanê, bajarê Hewlêrê ji dayik bû. Piştî şoreşa Rojava dest pê dike, ew jî wek ciwanekî Kurd erka xwe dibîne ku tev li nav şoreşê bibe û rola dikeve ser milê wî di parastina gel û welatê xwe de pêk bîne. Li ser vê bingehê derbasî rojavayê Kurdistanê dibe û cihê xwe di nav refên YPG’ê de digire. Bi vê biryar û hestê heya dawiyê têkoşînê dimeşîne.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

*****

Nasnav: Elî Xebat

Nav û Paşnav: Bawer Cewher

Navê Dayikê: Bexal

Navê Bav: Beroj

Cihê Jidayikbûnê: Hewlêr

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik / 15 Mijdar 2018”