'Armanca tecrîdkirinê, têkbirina projeya Neteweya Demokratîk e'

Siyasetmedarên Bakurê Sûriyeyê îşaret pê kirin ku armanca Tirkiyeyê ya sereke ji ferzkirina tecrîda giran a li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qutkirina têkiliyan di navbera wî û gel de ye û têkbirina projeya Neteweya Demokratîk e.

'Armanca tecrîdkirinê, têkbirina projeya Neteweya Demokratîk e'
20 mijdar, 2018   07:17

OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker  bi salan e tecrîdeke giran li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye û hîna jî berdewam dike. Hevdîtinên wî yên bi malbat û parêzerên wî re red dike. Têkildarî vê mijarê ajansa Hawarê nêrînên hindek siyasetmedarên Bakurê Sûriyeyê girtin. Siyasetmedaran tekez kirin ku li gel girtina Ocalan jî gel projeya Neteweya Demokratîk li Bakurê Sûriyeyê pêk anî.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk Naman Erebo diyar kir ku armanc ji tecrîdkirina Ocalan qutkirina têkiliyan di navbera wî û gel de ye. Erebo wiha domand:"Dewleta Tirk di ferzkirina tecrîdê de berdewam e. Daxwazên hevdîtinên parêzer û malbatê bi Ocalan re red dike. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze vîna gelê Kurd ku li ser fikr û felsefeya Ocalan xwe perwerde kiriye, bişikîne. Lê Ocalan azad e. Şoreşa Rojava bi saya Neteweya Demokratîk gelek serkeftin bi dest xistin."

Her wiha Erebo got gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fikrên Ocalan ji xwe re kirine bingeh û xwe ji koletiyê rizgar kirine û wiha got: "Felsefeya Ocalan rêya gelên bindest ronî kir."

Ji aliyê xwe ve endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Hisên El-Elî destnîşan kir ku ruxmî tecrîdê lê Ocalan li girtîgeha Imraliyê ji bo azadiya gelê xwe ji koletiyê, zilmê û vegerandina mafên xwe yên ku hatine dizîn, li ber xwe dide.

Di dawiyê de El-Elî wiha got: "Gelê Kurd li ser felsefeya Ocalan xwe perwerde kir û dê ji kesekî re xwe netewîne . Êrîşên dewleta Tirk li dijî sînorên Bakurê Sûriyeyê, bi armanca vegerandina desthilatdariya xwe û têkbirina projeya Neteweya Demokratîk hatin."

(şx)

ANHA