'Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bidawîkirina tundiyê gavên girîng avêtine'

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê destnîşan kirin ku di asta yekemîn de jin bûne qurbana şerên li Sûriyê. Her wiha teqez kirin ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gavên girîng ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan avêtine.

'Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bidawîkirina tundiyê gavên girîng avêtine'
20 mijdar, 2018   06:45

HELEB

Roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Şideta Li Dijî Jinan e. Ji roja ragihandina vê rojê û heta niha jin rastî hemû şêwazên tundiyê tên. Lê rewş li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî şoreşa jinan di Şoreşa Rojava de cuda ye. Gelek saziyên taybet bo jinan hatin vekirin. Her wiha jin; di eniyên şer de bûn fermendar û di saziyan de bûn rêveber.

Endamên sazî û partiyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê re ji ajansa me re axivin.

Jinan destnîşank kirin ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gavên girîng ji bo azadiyê û bidawîkirina tundiya li dijî jinan avêtine.

Endama rêveber a Buroya Jinan a MSD'ê şaxê Helebê Meyasa Tacî ya ji pêkhateya Turkmen e got: "Weke jinek Turkmen piştî Şoreşa Rojava me fikra Ocalan nas kir û em jê bandor bûn. Fikra wî banga biratiya gelan û azadiya jinan dike. Ew tekane rêbere ku ji bo azadiya jinan têkoşiya ye."

Girêdayî aloziya Sûriyê û azarên jinan Meyasa ev tişt anî ziman: "Jin di aloziyê de bûn qurbana yekemîn. Mînaka wê jî, rewşa jinan li herêmên di bin dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker. Ji bo vê jî Efrîn mînaka herî berbiçav e. Jin li wan herêman rastî hovantirîn cureyên tundiya fîzîkî û derûnî tên."

Meyasa wiha berdewam kir: "Di Şoreşa Rojava de jinan ji bo bidawîkirina tundiya li dijî wan gavên girîng avêtine. Gelek saziyên taybet bo jinan hatin vekirin û her wiha jin di eniyên şer de bûn fermendar û di saziyan de bûn rêveber."

Jin ji ber çeteyan û pergalên dîktatoriyê koçber bûn

Ji aliyê xwe ve cîgira serokê Partiya Sûriye Pêşerojê şaxê Helebê li taxa Şêxmeqsûd Merwa Qonîlî tekez kir ku, jinên Sûriyê di şer de gelek êş û azar kişandine.

Merwa wiha domand: "Asta pêşketina civakan bi rewşa jinan tê pîvan. Eger jin hemû mafên xwe girtibe, wê demê mirov dikare bêje ku ew civak pêşketiye. Jin di şoreşa Rojava de bi zanabûna xwe ya civakî û çandî aloziya herêmê derbas kir. Bi rakirina çek û sekinandina li hember binpêkirinan hêza xwe isbat kir."| 

Di dawiyê de Merwa Qonîlî xwest ku hemû jin xwe li dijî hemû cureyên tundiyê bi pêş bixin û xwe tevger bikin. Her wiha di yek rêzî de li rex jinên têkoşer bisekinin.

(şx)

ANHA