Mazot li şêniyên Erîşe tê belavkirin

Komîteya Sotemenî ya navçeya Erîşe 174 hezar û 300 lître mazot li şêniyên navçeyê belav kir.

Mazot li şêniyên Erîşe tê belavkirin
Mazot li şêniyên Erîşe tê belavkirin
19 mijdar, 2018   16:09

HESEKÊ

Bi hatina zivisatnê re Komîteya Sotemenî mazot li şêniyan belav dike.

Komîteyê ji beriya mehekê ve xebatên belavkirinê daye destpêkirin. Komîteyê ji bo her malbatekê 400 lître mazot veqetandiye û li ser du beşan tê belavkirin.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê stasyona Sadkopê Mistefa Silêman diyar kir ku xebatên belavkirinê bi rêya komînan û çavdêriya Komîteya Sotemenî bi rêve diçe.

Silêman destnîşan kir ku heta niha 174 hezar û 300 lîtera mazot li şêniyên navçeyê û gundewarê wê hatiye belavkirin û diyar kir ku xebatên belavkirinê hîna jî berdewam in.

(şx)

ANHA