Li Reqayê rêzeçlakiyên 25‘ê Mijdarê

Li bajarê Reqa û gundewarên wê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê semîner û civîn hatin dayîn.

Li Reqayê rêzeçlakiyên 25‘ê Mijdarê
Li Reqayê rêzeçlakiyên 25‘ê Mijdarê
Li Reqayê rêzeçlakiyên 25‘ê Mijdarê
19 mijdar, 2018   16:04

REQA

Bi nêzîkbûna 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna Şideta li Dijî Jinan, Rêveberiya Jinan a Reqayê rêze çalakiyan orgenîze dike. Bi vê munabestê rêveberiyê îro semînerek li gundê Kesra Ferec ê dikeve başûrê bajarê Reqayê orgenîze kir. Di semînreê de bi dehan şênî û jinên gund beşdar bûn.

Endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Şems El-Ehmed axivî û behsa rola jinan a pêşeng di civakê de kir. Şems diyar kir ku rola jinan di encama zihniyeta mêrdestiyê de hatiye çawisandin.

Di berdewama axaftina xwe de Şems destnîşan kir ku jinên Reqayê di dema dagirkirina bajêr ji hêla DAIŞ'ê ve gelek êş û zehmetî kişandine. Her wiha Şems tekez kir ku piştî rizgarkirinê û şûnde jinan rola xwe ya pêşeng di civakî de pêk anîn.

Piştî dayîna semînerê, deriyê nîqaşê hate vekirin. Beşdara girîngiya roja 25‘ê Mijdarê, rewşa jin di dema dagairkirina DAIŞ‘ê de û piştî wî anîn ziman.

Têkildarî heman mijarê Rêveberiya Jinan a Reqayê li taxa El-Teyar, Meclisa Sêf El-Dewle û Şaredariya Gel a bajêr rêze civîn li dar xist.

Bi sedan jinên di nava sazî û meclisan de dixebitin beşdarî civînan bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kirin. Di civînan de endama rêveber a Meclisa Rêveber a Reqayê Dilêr Efrîn got: "Divê her jinek xwe analîz bike û hêza xwe ji cîhanê re nîşan bide."

Di dawiya civînana de deriyê nîqaş û pirsan ji beşdaran re hate vekirin. Piraniya nîqaşan girêdayî rola jinan di avakirina civakê de bûn. Her wiha di nîqaşan de hate tekezkirin ku jinên Reqayê rolek girîng di şikandina terorê de lîstine û gavên mezin ji bo bidawîkirina tundiyê li dijî wan avêtine.

(şx)

ANHA