Pêngava "Ji kolekirina jinan re na, azadiya me rûmeta me ye" didome

Di çarçoveya çalakiyên ku Rêveberiya Jin a Tebqayê  bi boneya 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê li dar dixe de şanoyek bi navê ‘‘Ji zewicandina zarokan re na‘li ser dika şanogeha Çand û Hunerê ya Tebqayê hate pêşandan.

19 mijdar, 2018   16:42

TEBQA

Rêveberiya jin a herêma Tebqayê çalakiyên pêngava "Ji kolekirina jinan re na, azadiya me rûmeta me ye" didomîne. Pêngav bi boneya 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê hatiye organîzekirin.

Di çarçoveya çalakiyên pêngavê de şanoyek bi navê "Ji zewicandina zarokan re na" li ser dika şanogeha navenda Çand û Hunerê hate lidarxistin.

Şano bi amadebûna Hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El-Elî, endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî hate pêkêşkirin.

Beriya şano were pêşandan, deqeyek rêz hate girtin. Paşê Endama Rêveberiya Jin a Tebqayê Selwa El-Xelef bi xêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku armanca wan ji vê pêngavê civakê ji xeteriya tundiya li ser jinan bide naskirin.

Piştre senevîzyonek li ser cûreyên tundiya li ser jinan hate nîşandan.

Li pey senevîzyonê şano hate pêşkêşkirin.

Fatima El-Hemdo helbestek li ser azarên jinan xwend.

Dawiyê de govend li ber stranên Erebî û Kurdî hatin gerandin.

ANHA