Li Minbicê mayînek ku berê hatibû çandin hat bêbandorkirin

Yekîneyê endizyariya rakirina mayînan ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê mayîneke ku li Bustan Zeytûn hatibû bicihkirin bê bandor kir.

Li Minbicê mayînek ku berê hatibû çandin hat bêbandorkirin
19 mijdar, 2018   15:38

MINBIC

Yekîneyên endizyariya rakirina mayînan ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê  vê sibehê li ser agahiyên welatiyekî, mayînek 10 kg ku li mezreya Bustan Zeytûn a bajarê Minbicê hatibû bi cihkirin bê bandor kir.

Li gorî rêveberên yekîneyên endizyariy rakirina mayînan, mayîn sala 2016‘an ji aliyê çeteyênn DAIŞ‘ê ve hatiye çandin.

Yekînyê piştî bê bandorkirina mayînê li tevahî bustan lêgerîn da meşandin.

ANHA