Meştela Minbicê hat vekirin

Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê meştelek bi navê 'Meştela Minbicê ya Navendî' bi merasîmekê vekir.

Meştela Minbicê hat vekirin
Meştela Minbicê hat vekirin
Meştela Minbicê hat vekirin
19 mijdar, 2018   15:40

MINBIC

Komîteya Aborî ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê îro bi merasîmekê meştelek bi navê 'Meştela Minbicê ya Navendî' vekir. Di meştelê de gelek cureyên şitilên daran hene. Di merasîma meştelê de vekirinê de endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê amade bûn.

Merasîm bi vekirina deriyê meştelê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Kefa El-Elî ve destpê kir.

Piştî deqeya rêzgirtin, endamê rêveber ê Meştela Minbicê ya NavendîSedam Bekar bi xêrhatina beşdaran kir û vekirina meştelê li Komîteya Aborî pîroz kir.

Sedam di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku amadekariyên vekirina meştelê di 5 qonaxan re derbas bûye.

Di meştelê de 23 hezar darên serû, 7 hezar darên merx û 3 hezar şitleyên xemilandinê hene.

Di dawiya merasîmê de beşdaran di nav meştelê de geriyan.

(şx)

ANHA