Piştî giliyan kalîteya nan li Dêrikê baş bûye

Piştî gilî û rexneyên şêniyan, rêveberiya firina nan a bajarê Dêrikê kar û xebatên sererastkirinê li firinê meşand. Ji ber wê kalîteya nan baş bûye.

Piştî giliyan kalîteya nan li Dêrikê baş bûye
Piştî giliyan kalîteya nan li Dêrikê baş bûye
Piştî giliyan kalîteya nan li Dêrikê baş bûye
Piştî giliyan kalîteya nan li Dêrikê baş bûye
Piştî giliyan kalîteya nan li Dêrikê baş bûye
19 mijdar, 2018   14:58

NEJBÎR OSMAN-ÎSAM ABDULLAH / QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Dêrikê yê girêdayî Kantona Qamişlo, di demê dawîn de ji ber ne başiya kalîteya nan bi gilî û gazinc bûn.

Di firina bajarê Dêrikê de gelek kêmasî ji kêm hejmara karkeran, ne başiya kalîteya nan û hin pirsgirêkên teknîkî di alavên firinê de derketibûn. Ew jî bandorek neyînî li hilberîna firinê kir.

Piştî rexne û bangawaziyên şêniyan, Komîteyan Aşan pilansaziyek têkildarî makenîzmeya kar li firinê danî. Li ser wê rêveberiya firinê xebatên serrastkirinê da meşandin û hejmara karkeran zêde kir.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê firineya alî Ekrem Ebdulkerîm ji ajansa me re axivî.

Ekrem got: "Komîteya Aşan bi armanca meşandina xebatên firinê û çareserkirina kêmasiyên firinê, pilansaziya makenîzmeya xebatên firinê danî. "

Têkildarî astengiyên ku rastî wan hatine Ekrem wiha domand: "Kalîteya nan pir ne baş bû. Ji ber wê şêniyên bajêr bi gilî û gazinc bûn. Her wiha miqdarek mezin ji nan telef dibû û weke êmê sewalan dihat bikaranîn. Hejmara karekeran jî kêm bû. Tenê karkerek bi hemû xebatên amadekirina hevîr û heta derxistina nan radibû."

Di berdewama gotinên xwe de Ekrem destnîşan kir ku piştî xebatên sererastkirina alavên firinê û depoya arvan rewşa firinê niha baş bûye û cûreyê nan jî baş bûye.

Ji aliyê xwe ve şêniyan spasiya aliyên têkildar kirin.

(şx)

ANHA