‘Bersivdayîna Dadgeha Navneteweyî bi serê xwe sûcek e’

Meclisa kantona Efrînê li dijî biryara Dadgeha Navneteweyî bi daxuyaniyekê nerazîbûnên tûnd nîşan da û got:”Berisvdayîna Dadgeha Navneteweyî ji daxwazên me re bi serê xwe sûcek e.”

‘Bersivdayîna Dadgeha Navneteweyî bi serê xwe sûcek e’
19 mijdar, 2018   14:52

ŞEHBA

Şêniyên kantona Efrînê ji ber kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji qirkirina gelê Kurd û çandî ku li Efrînê pêk tîne, bang li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa kirin û name ji wê re rêkir. Lê dadgehê bi hinceta ku aliyên xwe yên qanûnî  ne temam in, daxwaza şêniyên Efrînê red kir.

Têkildarî mijarê, Meclisa Kantona Efrînê li kampa Serdem a li gundê Til Sosîn ê girêdayî kantona Şehbayê, daxuyaniyek weşand. Bi sedan şêniyên kantona Efrînê yên li kampa Serdem û hevserok û cîgirên desteyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, endamên saziyên civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Beşdaran wêneyên sivîl û zarokên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine qetilkirin, rakiribûn. Her wiha şêniyan pankêrtin bi nivîsa”Sergirtina li ser sûcên Tirkiyhê ji aliyê dadgeha edlê ve, bi sera xwe sûcek e, na ji biryarên ku terorê diparêze, Efrîn wê bibe gora dagirkeran e, bêdengiya desteyên navneteweyî terora Erdogan rewa dike, çawa kujer dibe dadwar?”vekiribûn.

Daxuyanî  bi zimanê kurdî ji aliyê endama meclisa kantona Efrînê Rûbarîn Xelîl û bi zimanê erebî ji aliyê endamê meclisa kantona  Efrînê Mihemed Neso û bi zimanê inglîzî jni aliyê endamê meclisa kantonê Hesen Hesen ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Li ser gilêyên şêniyên kantona Efrînê yên li dijî dewletaTirk û çeteyên wê ku xaka Efrînê dagirkirine ku pêkêşî dadgehê kiribûn Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê bersiv da û bê ti argumanên qanûnî giliyên şêniyan red kir.

Idiaya dadgehê ku gilî ne temam in reva ji berpirsyariya qanûnî û mirovî li hemberî gelekî ku rastî her cure binpêkirinên ne mirovî tê ye ku bi qirkirina etnîkî û çandî re rû bi rû ye. Ev polîtîke ji aliyê dewleta Tirk a dagirker bi rengekî pilankirî tê meşandin.

Biryar dadgehê ku giliyan sewqî dagdeha dagirkeriya Tirkiyê bike mîna radestkirina gelê Kurd ji dijminan re ye. Em hemû dizanin ku dadgeh Tirkiyê ku rêzê ji qanûnê re nagire. Ji ber ku bi hezaran sivîl di girtîgehên Tirkiyê de ne û heya niha nehatine darizandin. Ev yek diyar dike ku biryara dadgehê aliyê siyasî serwer e û jî pîşeya qanûnî û pêkanîna edaletê dûr e.

Wekî Meclisa Kantona Efrîn em biryara dadgehê ya bersivdayîna giliyan şermezar dikin û wekî desteka bi dagirkeriya Tirkiyê re li hemberî gelê Efrînê bi nav dikin û dibînin ku dadgeh bi vê biryara xwe ji erka xwe ya qanûnî û heqûqî li pêşberî raya giştî dûr e.

Dadgeh li hemberî hemû sûcên Tirkiyê û çeteyên wê yên li djiî gelê Efrînê, ji dizî, talankirin, revandina li beramberî fidiyê, kuştin, koçberkirina bi plankirî, rûxandina malan û destewerkirina milkên sivîlan dengê xwe nake. Hemû rêxistinên hiqûqî, qanûnî mirovaî binpêkirinên li Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ve bi belge kirin. Rêxisitna Human Rights Watch û Rêxistina Efû ya navdewletî û hin rêxistinên herêmî û navdewletî binpêkirinên li Efrînê belge kirin. Diviya bû ku dadgeh xwe bispêre raporên belgekirî û biryara xwe ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê bigire û binpêkirinên hovane yên li dijî sivîlan wê şermezar bike.

Komseriya Neteweyên Yekbûyî ya Mafê Mirovan tekez dike ku"Li Herêma Efrînê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ji dema Tirkiyê dest daniye ser binpêkirinên mafê mirovanî rû didin. Biryara navdewletî rê li ber Tirkiyê vedike ku hovîtiya li Efrînê zêdetir bike.

Wekî Meclisa Kantona Efrînê em bang li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê dikin ku ji biryara xwe ya redkirinê paşde vegere û hemû giliyên ku şêniyên Efrînê pêşkêş kirine qebûl bike, her wiha zextê li dewleta Tirk bike da ku kiyarên xwe yên hovane li dijî şêniyan rawestîne û hêzên xwe yên leşkerî û çeteyên xwe ji Efrînê vekişîne. Ji ber ku binpêkirina xaka welatekî qanûnên navdewletî binpêk dike.

Careke din em tekez dikin ku mafê wê yê qanûnî û rewa ye ku xak û şêniyên xwe biparêzin û li hemberî dagirkiriya ne rawa û ne mirovî bi rêbazên rewa berxwedanê bikin ta dagirkeriya Tirkiyê ji kantonê biqewitînin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên şermezarkirina biryara dadghea Ewrûpa û silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

ANHA