Xebatên jinan ên li dijî şîdetê didomin

Kongreya Star bi nêzîkbûna Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan re çalakiyên xwe li hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin û îro gelek semîner li ser rola jinan di civakê de dan.

Xebatên jinan ên li dijî şîdetê didomin
Xebatên jinan ên li dijî şîdetê didomin
Xebatên jinan ên li dijî şîdetê didomin
Xebatên jinan ên li dijî şîdetê didomin
Xebatên jinan ên li dijî şîdetê didomin
Xebatên jinan ên li dijî şîdetê didomin
Xebatên jinan ên li dijî şîdetê didomin
Xebatên jinan ên li dijî şîdetê didomin
Xebatên jinan ên li dijî şîdetê didomin
19 mijdar, 2018   13:48

QAMIŞLO

Kongreya Star li navçeya Til Hemîs civînek li Navenda Çandê li dar xist. Bi dehan şêniyên navçeyê tê de amade bûn. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê gelek pirs li ser têgeha şîdetê û sedema ragihandina 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan hatin pirsîn.

Endama rêveberiya Kongreya Star Avram Bahoz got şîdeta li ser jinan tê kirin gelek cureyên wê hene di nav de şîdeta laşî, psîkolojîk û devkî ye û destnîşan kir ku şîdet zirarên giran jî bi xwe re tîne.

Avram wiha got:  "Jin jiyan e, divê rê li pêşiya şîdeta li ser jinan bê girtin."

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Rêzeçalakiyên Kongreya Star

Di rêzeçalakiyên Kongreya Star ên li navçeya Tirbespiyê de semînerek di bin navê “Lehengiya ku jinan di dîrokê de pêk aniye” de ji şêniyên bajarokê Hilwê re hate lidarxistin.

Der barê mijarê de Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê semînerek ji şêniyên bajarokê Hilwê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan li dar xist. Endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Xaliya Eyûb têkildarî mijarê di semînerê de axivî.

Xaliya destnîşan kir ku bi armanca pêşketina civakê jin tê dikoşin û wiha got: "Di şoreşa Rojava de ku bi şoreşa jinan tê naskirin, me dît gelek jinan lehengî ji bo rizgarkirina ax û civakê kir."

Li aliyekî din jî endama rêveberiya Komîteya Karûbarên Şehîdan a Kantona Qamişlo Selma Xelîl li ser dîroka roja cîhanê ya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan axivî û wiha got: "Tevî pêşketina mirovahiyê di dîrokê de û tevî ku gelek dewletên cîhanê ku navê demokrasî û wekheviyê li xwe dikin, lê hîna jî em dibînin jin dibin qurbaniyên zîhniyeta baviksalar."

Selma di dawiya axaftina xwe de ji hemû civakê xwest ku ji hev re alîkar bin da ku civakeke demokratîk ava bibe.

(jo)

ANHA