Li navenda Efrînê teqîn-HATE NÛKIRIN

Ji ber teqîna motorsîklêtekî bombebarkirî li nêzî avahiya qaşo polîsên leşkerî yên girêdayî dagirkeriya Tirk li navenda Efrînê, 5 kes birîndar bûn.

Li navenda Efrînê teqîn-HATE NÛKIRIN
Li navenda Efrînê teqîn-HATE NÛKIRIN
Li navenda Efrînê teqîn-HATE NÛKIRIN
19 mijdar, 2018   12:07

EFRÎN

Motorsîklêtek li nêzî dibistana El-Kerama ya li taxa Efrîna Kevn ku dagirkeran kiribû navenda qaşo polîsên leşkerî, îro saetên sibê teqiya.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de 5 kes birîndar bûn lê nayê zanîn ku kesên birîndar ji hêzên dagirker in an jî ji sivîlan.

Ji 17`ê Mijdarê re ve, di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerên giran rû dan. Di encamê de gelek kuştî û birîndar çêbûn.

(kc)

ANHA