Cuheyne Misto: Em piştgiriyê didin hemû tevgerên ku banga azadiya jinan dikin

Endama Rêveberiya Komîteya Jinan a Meclisa Tebqayê Cuheyne Misto got ku ew piştgiriyê didin hemû rêxistin û hemleyên ku piştgiriya jinan û banga azadiya jinan dikin.

Cuheyne Misto: Em piştgiriyê didin hemû tevgerên ku banga azadiya jinan dikin
19 mijdar, 2018   12:06

EBDILREZAQ ZEKERIYA / TEBQA

Gelek rêxistinên jinan ragihandibû ku wan dest bi hemleya El-Burteqalî kiriye û gelek çalakiyan bi rasthatina Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan li dar dixin. Der barê mijarê de endama rêveberiya Komîteya Jinan a Tebqayê Cuheyne Misto destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin hemû çalakiyên piştgiriya jinan dikin.

Cuheyne da zanîn ku ew wek Komîteya Jinan li herêma Tebqayê bi hemû tevgerên azadiya jinan û parastina mafên wan re hevkariyê dikin. Cuheyne wiha got: "Divê em hemû jinên herêmê û rêveberiya sivîl a demokratîk li pêşiya şîdetê bisekinin, ew yek jî bi rêya hişyarkirina jinan û şikandina bendên tires dê pêk were."

Cuheyne Misto diyar kir ku divê wekhevî bikeve navbera her du cinsan, ji destpêka perwerdeya malbatê û dibistanê heta gihandina çanda ku nehêlin şîdet li dijî jinan pêk were. Her wiha destnîşan kir ku Komîteya Jinan bi hevkariya Rêveberiya Jinan li Tebqayê dê çalakiyên taybet ji bo Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser jinan pêk bînin, di nav de meşeke mezin ku dê jinên herêmê beşdar bibin, li dar bixin.

Hêjayî gotinê ye ku gelek rêxistinên jinan hemleya El-Burteqalî li ser asta cîhanî bi rêxistin kir û çalakiyên xwe di 9`ê Mijdarê de dest pê kiribû. Dê çalakiyên wan heta roja 25`ê Mijdarê dewam bikin, her wiha dan zanîn ku rengê pirteqalî nîşana cîhanî ya têkoşîna li dijî şîdetê ye.

(jo)

ANHA