Piştî vegera şêniyan tevgera avakirinê li Reqayê geş bûye

Li bajarê Reqayê di çarçoveya vegera şêniyan de tevgera avakirinê û restorekirina avahiyên ku wêran bûne, geş bûye. Şaredariya Gel a bajêr ji bo meşandina xebatên avakirina avahî û dikanan ji şêniyan re hemû derfetan pêşkêş dike.

Piştî vegera şêniyan tevgera avakirinê li Reqayê geş bûye
Piştî vegera şêniyan tevgera avakirinê li Reqayê geş bûye
Piştî vegera şêniyan tevgera avakirinê li Reqayê geş bûye
Piştî vegera şêniyan tevgera avakirinê li Reqayê geş bûye
Piştî vegera şêniyan tevgera avakirinê li Reqayê geş bûye
Piştî vegera şêniyan tevgera avakirinê li Reqayê geş bûye
Piştî vegera şêniyan tevgera avakirinê li Reqayê geş bûye
19 mijdar, 2018   10:35

EMAR EL-XELEF / REQA

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji hêla QSD'ê ve di 20'ê Cotmeha sala borî de, bi hezaran şêniyên bajêr vegeriyan warên xwe. Niha li bajarê Reqayê tevgera jinûveavakirinê geş bûye.

Yek ji karkerên avahiyan Fadil Elî têkildarî mijarê wiha got: "Bajarê me di salên derbasbûyî de rastî wêrankirinê hat. Îro ji bo avakirina bajêr em dixebitin. Bi keda xwe û keda şêniyên bajêr em ê jiyanê lê vegerînin da ku ji berê çêtir be. Divê şêniyên ku derketine derveyî welat, vegerin û bajarê xwe ji nû ve ava bikin."

Têkildarî mijarê serokê Daîreya Fenî ya bajarê Reqayê Mihemed Bekrî wiha axivî: "Em ruxsetên avakirinê pêşkêş dikin. Heta niha zêdetirî 75 ruxsetên avakirina avahiyên bilind ku ji 6-7 qatan pêk tên, me dane. Her wiha 600 ruxsetên avakirina avahiyên ku bi awayekî beşî hatine wêrankirin, me keşf kirine."

Bekrî axaftina xwe wiha domand: "Me xwediyên avahiyên ku bi temamî wêran bûne ji budçeyên avakirinê efû kirine. Her wiha xwediyên avahiyên ku bi awayekî beşî wêran bûne û yan jî avahiyên nû ne, bi rêjeya ji sedî 30 me efû kiriye.”

Ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê ji hêla QSD’ê ve di 20’ê Cotmeha borî de tevgera avakirinê li bajêr geş bûye û gelek derfetên kar ji şêniyan re hatine peydakirin.

(şx)

ANHA