‘Em ê hemû astengiyan derbas bikin û vegerin warê xwe’

Şêniyên Efrînê yên di Kampa Berxwedanê de dimînin, diyar dikin ku dê hemû tehemulî hemû astengiyan bikin, li ber xwe bidin û dawiya dawîn vegerin bajarê xwe.

‘Em ê hemû astengiyan derbas bikin û vegerin warê xwe’
19 mijdar, 2018   09:58

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Bi hatina zivistanê re şêniyên Efrînê yên di kampên Şehbayê de dimînin, rastî gelek zehmetiyan tên. Rêxistinên mafên mirovan jî hîna tu alîkarî pêşkêşî wan nekirine.

Yek ji şêniyên Efrînê dibêje ku ew li benda alîkariyan namînin, ew ê bi hev re xwe bi rêxistin bikin û alîkariya hev bikin da ku hemû zehmetiyan derbas bikin û vegerin Efrînê.

Semîr Ehmed yek ji şêniyên herêma Cindirêsê ye û wiha dibêje: "Çawa me hemû êrîş û kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbas kirin, em ê di hundirê kampan de jî tehemul bikin, ji ber ku mayîna me li Şehbayê, bi xwe israra ji bo vegera Efrînê ye."

Ehmed destnîşan kir ku tenê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û tevî derfetên kêm dikaribû alîkariyê pêşkêş bikira.

Şêniyekî din bi navê Ebdo Berekat ji gundê Feqîra yê girêdayî herêma Cindirêsê, diyar kir ku tevî derfetên kêm ew di kampê de dîjin û tu rêxistinan alîkariya wan nekiriye, ne li benda alîkariya tu kesî ne û dê li ber xwe bidin heta ku vegerin welatê xwe.

Îbrahîm Berekat jî yek ji şêniyên gundê Feqîra ye û wiha got: "Gelê Efrînê li pêşiya artêşa Tirk a dagirker berxwedaneke dîrokî nîşan da. Em 58 rojên berxwedanê ji bîr nakin, ji ber ku di wan rojan de serkeftin û berxwedaneke bêhempa li hember dagirkeran hate diyarkirin, lê ji ber çekên giran û balafirên şer li ser Efrînê em neçar man ji bajarê xwe derkevin."

Berekat di dawiya axaftina xwe de wiha destnîşan kir. "Em li benda alîkariyê namînin, lê diviyabû erka xwe ya mirovî li hember gelê koçber pêk bianîna."

(jo)

ANHA