Toreyeke nû ya civînên Astanayê pêk tê

Li Kazakistanê toreyeke nû ya civînên Astanayê ji bo Sûriyeyê, hefteya bê bi beşdarbûna Rûsya, Îran û Tirkiyeyê dê pêk were.

Toreyeke nû ya civînên Astanayê pêk tê
19 mijdar, 2018   10:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Kazakistanê Xîret Ebdraxmanov roja Duşemê ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di toreya bê ya Astanayê ji bo Sûriyeyê de beşdar nabe. Ebdraxmanov ji rojnemevanan re wiha got: "Dibe ku tîma berê (tîma De Mistura) beşdar bibe, ji ber ku divê danûstandinan veguhêze.”

Xîret Ebdrexmanov da zanîn ku di nava mijarên ku dê li Astanayê bêne nîqaşkirin de rewşa li Idlibê, vegera koçberan û jinûveavakirina Sûriyeyê hene.

Der barê mijarê de wezîrê karên derve yê Kazakistanê bang li Neteweyên Yekbûyî û Urdunê kir ku wek çavdêr beşdarî civînan bibin û wiha got: "Di vê civînê de dê bang li Neteweyên Yekbûyî û Urdunê bikin ku wek çavdêr beşdar bibin."

Heta niha 10 tore ji rêzecivînên Astanayê di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de pêk hatine û hevpeymanên di navbera wan de li ser hesabên berjewendiyên gelê Sûriyeyê ne. Lê van civînan tu çareserî ji aloziya Sûriyeyê re nedîtin, tenê hişt ku rêjîm herêmên ku ji bin kontrola wê derketibûn, kontrol bike. Her wiha di van civînan de, demografyaya gelek herêmên Sûriyeyê hate guhartin û dagirkeriya Tirkiyeyê ji axa Sûriyê re hate rewakirin. 

(jo)