Di kampên Şehbayê de waneyên çand û hunerê

60 zarokên Efrînê ji kampên Berxwedan û Serdemê waneyên lêdana amûrên muzîkê bi hewldana Desteya Çand û Hunerê ji bo parastina çand û kultura Efrînê dibînin.

Di kampên Şehbayê de waneyên çand û hunerê
Di kampên Şehbayê de waneyên çand û hunerê
Di kampên Şehbayê de waneyên çand û hunerê
Di kampên Şehbayê de waneyên çand û hunerê
Di kampên Şehbayê de waneyên çand û hunerê
Di kampên Şehbayê de waneyên çand û hunerê
19 mijdar, 2018   08:53

XANDÎ ELO / ŞEHBA

Desteya Çand û Hunerê li her du kampên Berxwedan û Serdemê yên li kantona Şehbayê, dewreyên muzîkê ji zarokan re bi armanca parastina çand û kultura Efrînê vekirin.

Zarok hefteyê 2 rojan waneyên (ders) xwe dibînin. Hejmara zarokan di dewreyê de 60 e. 20 ji wan ji Kampa Serdem û 40 ji wan jî ji Kampa Berxwedan in. Zarok pewerdeya xwe di konekî taybet de dibînin.

Desteya Çandê bi rêya van dewreyan hewl dide çand û kultura Efrînê biparêze û li hember qirkirina çandî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Erfînê pêk tînin, bisekine.

Her wiha armanca desteyê ew e ku bi vekirina van dewreyan çanda gelê Kurd di nav nifşên nû de belav bike û bi pêş bixe.

(şx)

ANHA