Jinên Kobanê ji bo Ocalan name ji CPT re şandin

Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan, jinên Kobanê çalakiyên xwe didomînin. Bi vê armancê li gundê Elpelûr ê Kobanê bi pêşengtiya Rêxistina Sara û Kongreya Star semînerek hate li darxistin. Piştî semînerê jinan jibo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan name ji CPT re şandin.

Jinên Kobanê ji bo Ocalan name ji CPT re şandin
Jinên Kobanê ji bo Ocalan name ji CPT re şandin
Jinên Kobanê ji bo Ocalan name ji CPT re şandin
Jinên Kobanê ji bo Ocalan name ji CPT re şandin
Jinên Kobanê ji bo Ocalan name ji CPT re şandin
18 mijdar, 2018   12:49

KOBANÊ

Bi nêzîkbûna 25ê Mijdarê jinan çalakiyên xwe zêde kirin.

Li Kobanê li gundê Elpelûr ê ku rêber Ocalan di sala 1979'an de lê mabû, jinan îro semînerek lidar xist.

Di semînerê de bi dehan jin amade bûn.

Mijarên semînerê şîdeta li ser jinan bûn û bal kişandin ser xebatên rêber Ocalan ên ji bo azadiya jinê.

Semîner bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama rêveberiya Kongra Star Çarçêla Zeydan axivî. Çarçêla bal kişan ser wate û girîngiya tekoşîna 25`ê Mijdarê û wiha axivî: “Meha Mijdarê di tekoşîna me de û tekoşîna azadiya jinê de meheke tije berxwedanî ye. Di vê tekoşînê de yê ku çavê jinên Kurd vekiriye bê guman rêber APO ye. Lewma pêwîst e em wetaya vê tekoşînê û dîroka wê baş zanibin. Me îro dest bi hemleya çalakiyên ji bo 25`ê Mijdarê kiriye. Armanca hemleya me ya sereke azadiya rêber APO ye.”

Çarçela Zeydan, diyar kir ku  dema rêbertî dest bi şoreşa rizgarkirina jinê kiriye, ev gav tenê ne jibo jinên Kurd bû, ji bo jinên cîhanê tevahî bû.

Çarçela wiha domand: "Bi hezaran jinên ku bi salan bin dest bûn,  jiyana wan tarî bû, rêber APO weke  çiruskekê şewq da u jiyana me ronî kir. li ser vê riyê bi hezaran jin meşiyane û bi hezaran jî weke Zîlan, Bêrîtan û Arînan canê xwe fedayî walatê xwe û azadiya jinan kirine.”

 Piştî axafina Çarçela Zeydan jinan name ji bo CPT nivîsandin û ji CPT xwestin ku dawî li tecrîda li ser Rêber Ocalan bîne û azadiya wî misoger bike.

Çalakiya jinan bi dirûşmeya"jin jiyan azadî" bi dawî bû.

(hk)

ANHA