Sih sal e pîşeya xwe didomîne

Ev sih sal e bi pisporî di pîşeya xwe ya hevîrweriyê de dixebite û li navçeya Dirbêsiyê kevintirîn kes e di vê pîşeyê de. Mihemed Hac Xelîl ji hêla piraniya şêniyan ve tê naskirin û her wiha gelekî tê hezkirin.

Sih sal e pîşeya xwe didomîne
Sih sal e pîşeya xwe didomîne
Sih sal e pîşeya xwe didomîne
Sih sal e pîşeya xwe didomîne
18 mijdar, 2018   10:10

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Welatiyê bi navê Mihemed Xêr Mihemed Seîd Hac Xelîl ê 44 salî ji navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ye. Bavê 6 zarokan e û ev 30 sal e di pîşeya hevîrweriyê de dixebite û debara malbata xwe pê dike.

Hac Xelîl hevîrê xwe çêdike û ji firneyê re dişîne û piştî ku tê amadekirin, firoşkariya xwe di bazarên navçeyê de dike. Hac Xelîl ku bi navê “Xêro” tê nasîn, ji 14 saliya xwe ve di vê pîşeyê de dixebite û niha di çêkirina berhemên hevîr de pispor e.

Hac Xelîl ji ajansa me ANHA'yê re axivî û got ku ew ji pîşeya xwe hez dike û pê ve girêdayî ye û wiha diyar kir: "Tevî ku ev pîşe karekî zehmet e, lê bûye beşeke jiyana min û ez debara malbata xwe jê werdigirim."

Gelek welatiyên navçeyê diyar kir ku ew hevîrweriya xwe ji Xêro dikirin û ew çêkirina hevîrweriya wî ji kesên din baştir dibînin.

ANHA