Hêzên rêjîma Sûriyeyê herêma Tilûl El-Sefa xistin bin serweriya xwe

Hêzên rêjîma Sûriyeyê roja şemiyê herêma Tilûl El-Sefa ya li ser sînorê rêveber di navbera parêzgeha başûrê Siwêda û gundewarên Şamê yên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de, xistin bin serweriya xwe.

Hêzên rêjîma Sûriyeyê herêma Tilûl El-Sefa xistin bin serweriya xwe
18 mijdar, 2018   10:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku hêzên rêjîma Sûriyeyê roja şemiyê herêma Tilûl El-Sefa ya li ser sînorê di navbera parêzgeha başûrê Siwêda û gundewarên Şamê yên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de, xistin bin serweriya xwe.

Gerînendeyê Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Abdulrehman ji AFP’yê re diyar kir ku hêzên rêjîma Sûriyeyê roja Şemiyê piştî ku çeteyên DAIŞ`ê ber bi rojhilatê beyarê Sûriyeyê ve vekişiyan, xistin bin serweriya xwe.

Ev çend meh e ku herêm tê bombebarankirin lê di çend hefteyên dawîn de bombebaran zêde bû. Her wiha hêzên rêjîma Sûriyeyê alîkariyên leşkerî li derdora wê herêmê zêde kirin da ku li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer bikin.

Li gorî Abdulrehman diyar kir ku li wê herêmê di navbera 700 û hezaran de çete hene. Abdulrehman diyar kir ku herêm ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hate dûrpêçkirin û paşê lihevkirin di navbera çeteyên û rêjîmê de çêbû û di encma wê de çete ber bi beyara Sûriyê ve vekişin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê ya ser bi rêjîmê ve Sana diyar kir ku yekîneyên artêşê li Tilûl El-Sefa bi pêş de çûne û herêm xistine bin serweriya xwe.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê 17 jin û zarokên ku 25`ê Tîrmehê li parêzgeha Siwêdayî ku piraniya nîşetecihên wê durzî ne, ji aliyê wan ve hatibûn revandin serbest berdan, hêzên rêjîmê herêma Tilûl El-Sefa xist bin serweriya xwe. Çeteyên DAIŞ`ê 30 kes wê demê revandin, 2 kes ji wan qetil kirin, pîrejinekê jiyana xwe ji dest da, paşê 6 kes serbest berdan, 3 kesên din jî kuştin û herî dawî jî di meha derbasbûyî de yên mane hatin rizgarkirin.

(bx)