‘Em ê heta dawiyê destekê bidin şervanên QSD`ê’

Rûspiyên êlan ên kantona Qamişlo tekez kir ku ew ê li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakurê Sûriyê bê deng nemînin û gotin ew ê heta dawiyê destekê bidin QSD`ê.

‘Em ê heta dawiyê destekê bidin şervanên QSD`ê’
18 mijdar, 2018   10:32

BASIL REŞÎD – EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Bi dehan rûspiyên êlên kantona Qamişlo tev li hevdîtina ku duh li bajarê Qamişlo hate lidarxistin, bûn. Hevdîtin bi sponseriya Buroya Têkiliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokrtîk (QSD) hate lidarxistin. Di vê çarçoveyê de rûspiyên ku tev li hevdîtinê bûbûn, der barê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyê de ji ajansa me ANHA`yê re axivîn.

Rûspiyê êla Şerabiyan ê bi navê Sbit El-Cewher destnîşan kir ku hemû rûspiyên herêmê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyê yekitiya xwe ava kirine. El-Cewher diyar kir ku dema ku çeteyên DAIŞ`ê li hember hêza şervanên QSD`ê ber bi tunebûnê ve diçûn, artêşa Tirk a dagirker êrîşî herêmên Bakurê Sûriyê kir, armanca Erdogan ew e ku bi rêya êrîşên li ser herêmê aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bike, her wiha ku cotkar nikaribin biçin nava zeviyên xwe yên li ser sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de.

El-Cewher tekez kir ku ew tu carî li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê deng namînin. Di dawiyê de Sabit El-Cewher got ew ê heta dawiyê destekê bidin şervanên QSD`ê ku ji bo bidawîkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên wan hatine avakirin û got divê hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin.

Rûspiyê êla El-Hebîb Îsam El-Hebîb jî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kirin û destnîşan kir ku armanca wan ew e ku tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb û Suryaniyan de ku bi aramî li Bakurê Sûriyê bi taybet û li Sûriyê bi giştî, derxin.

El-Hebîd diyar kir ku divê hemû li dijî hemû êrîşan yekitiya xwe ava bikin û destnîşan kir ku dê destekê bidin şervanên ku di çeperên şer de parastina ax û rûmetê dikin û divê hemû êlên herêmê zarokên xwe tev li refên QSD`ê bikin ku ji bo parastina hemû pêkhateyên Sûriyê hatine avakirin.

(bx)

ANHA