'Em li hember êrîşên li dijî gelê Kurdistanê bê deng namînin'

Şêniyên bajarê Qamişlo bêdengiya civaka navneteweyî li hember destdirêjiyên Tirkiyeyê der heqê gelê Kurdistan û Bakurê Sûriyeyê de şermezar kir û got bêdengiya wan siyaseta Tirkiyeyê rewa dike. Welatiyan diyar kir ku ew li hember van siyaset û destdirêjiyan bê deng namînin.

'Em li hember êrîşên li dijî gelê Kurdistanê bê deng namînin'
18 mijdar, 2018   09:10

COMED ŞÊXO – BASIL REŞÎD / QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker di van demên dawîn de hovîtî û destdirêjiya xwe der heqê şêniyên Efrînê de zêde kiriye. Dewleta Tirk ji destpêka dagirkeriya xwe li Efrînê ve siyaseta qirkirinê li dijî gel dide meşandin. Dagirker kuştin, revandin, şewitandina dar û daristanan, girtinên bêsûc der heqê welatiyan de didomînin. Komên çete yên girêdayî artêşa Tirk hilberîn û darên zeytûnan derbasî Tirkiye û herêmên din ên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de dikin û difiroşin.

Artêşa Tirk ji destpêka meha Mijdarê ve êrîşên xwe li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê zêde kirine. Balafirên Tirkiyeyê her wiha di 14'ê Mijdarê de Herêmên Parastina Medyayê bombebaran kirin û di encamê de 3 sivîl şehîd bûn.

Şêniyên Bakurê Sûriyeyê li hember van êrîşan helwesta xwe bi çalakiyên cuda nîşan dan.

Endama Hêzên Parastina Civakî (HPC) Behiye Hesen a ji bajarê Qamişlo êrîşên artêşa Tirk li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê û destdirêjiyên der heqê şêniyên Efrînê de bi tundî şermezar kirin û wiha got: "Bila Erdogan baş bizanibe em tu carî dest ji Efrînê bernadin. Erdogan kujerê zarokan e û li pêş çavên civaka navneteweyî mal û milkên welatiyan talan dike."

Behiye Hesen bêdengiya civaka navneteweyî li hember van destdirêjiyên Tirkiyeyê li dijî Bakurê Sûriyeyê û şêniyên Efrînê bi tundî şermezar kir û wiha domand: "Em her teneyek zeytûnan bikin guleyek û li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin."

Der barê destdirêjiyên dawîn li dijî şêniyên Efrînê wek hilkirina darên zeytûn û firotina daran û hilweşandina mezaran de welatiyê bi navê Muhedîn Hesen ê ji bajarê Qamişlo got ku artêşa Tirk dixwaze demografyaya Efrînê biguherîne û wiha anî ziman: "Berxwedana Efrînê hê jî berdewam e û bi hêza YPG'ê û YPJ'ê ku Berxwedana Serdemê di qonaxa duyemîn de didomînin, hemû planên li dijî Efrînê dê bêne şikandin."

Girêdayî mijara êrîşên artêşa Tirk a dargirker li dijî Herêmên Parastina Medyayê ya beriya du rojan ku di encamê de 3 şêniyên sivîl şehîd bûbûn, welatiya bi navê Semîra Elî got ku bila Erdogan baş bizane ku gelê Kurd êdî tu carî zordarî û bindestiyê qebûl nake û gel dê li hember hovîtiya dagirkeran berxwedana xwe bidomîne.

Semîra Elî di dawiyê de behsa dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Efrîn a me ye. Ji bo rizgarkirina Efrînê çi ji me were xwestin em amade ne. Em tu carî dagirkeriyê qebûl nakin."

ANHA