HPC çavê hişyar ê şêniyan e

Piştî rizgarkirina herêma El-Keramê ji aliyê QSD'ê ve û avakirina saziyên sivîl, ji bo parastina destkeftiyan û peydakirina parastinê ji gel re, pêwîstî bi avakirina Hêzên Parastina Civakî hate dîtin.

HPC çavê hişyar ê şêniyan e
HPC çavê hişyar ê şêniyan e
HPC çavê hişyar ê şêniyan e
HPC çavê hişyar ê şêniyan e
18 mijdar, 2018   09:49

FÎRAS TEYAWÎ / REQA

Hêzên Parastina Civakî ji destpêka Şoreşa Rojava ve yanî di 19'ê Tîrmeha 2012'an de ji şêniyên ku çek hildan, hate avakirin. Ev hêz alîkariya Asayîşê di parastina ewlehî û aramiya herêmê de dike.

Hêzên Parastina Civakî (HPC) di rizgarkirina gelek herêmên Bakurê Sûriyeyê ji çeteyan roleke girîng lîst û gelek şehîd ji bo rizgarkirina herêmê û parastina ewlehî û aramiya şêniyan dane.

Endamên Hêzên Parastina Civakî ji endamên komînan pêk tên. Di her komînekê de komîteya parastinê heye. Ev hêz tev li dewreyên perwerdeyê yên leşkerî, fikrî û şêwazên danûstandina bi civakê re dibin.

Di encama biserketina tecrubeya Hêzên Parastina Civakî li herêmên Bakurê Sûriyeyê di parastina ewlehî û aramiya herêmê de, diviyabû ku ev tecrube ji herêmên nû rizgarkirî re wekî Reqa, Tebqa û Dêrazorê bên veguhastin.

Dema mirov derbasî wan herêmên nû rizgarkirî dibe, hebûna endamên Hêzên Parastina Civakî di nav bajêr de û li têketina bajêr û gundan bala mirov dikişînin. Ev hêz dewriyeyên xwe 24 saetan dimeşînin.

Herêma El-Keramê li rojhilatê gundewarên Reqayê ye û yek ji herêmên ku ji hêla QSD'ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin. Şêniyan ji bo parastina destkeftiyên herêmê xwe di destpêka meha Nîsanê de Hêzên Parastina Civakî ava kirin.

Hêzên Parastina Civakî ji bo peydakirina ewlehî û aramiya kolanên herêmê û gunmdewarên wê û bi armanca parastina milkên welatiyan û cihên giştî dixebite û hemû endamên wê ji şêniyên herêmê ne. Her wiha endam bi dildarî di her rewşeke awarte de dixebitin.

Endamên hêzê xebatên xwe ji komînê dest pê dikin. Pirî caran bi hevkariya Hêzên Ewlehiya hundirîn di êvaran de dixebitin. Bi rêya wan kesên biyanî ku derbasî herêmê dibin tê naskirin û agahiyê didin meclisa herî nêz.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Hêzên Parastina Civakî Herbî Derwîş wiha got: "Piştî vegera şêniyan, berdewamkirina jiyana rojane û avakirina komînan di nav de parastin û ji ber firehiya herêmê pêwîstî bi vekirina navendeke ji Hêzên Parastina Civakî re hate dîtin."

Derwîş wiha domand: "Em bi Hêzên Ewlehiya Hundirîn re bi armanca peydakirina ewlehiya herêmê û parastina wê ji kesên xirab koordîne dikin. Li bajarokên El-Keramê, El-Himêrat û El-Hewas 3 navendên hêzên me hene."

Ji aliyê xwe ve endamê hêzên Mitab Hisên got: "Ji bo parastina herêmê û da ku şênî bi êvaran rehet razên, em 24 saetan amade ne. Her êvarekê di nav malan de em dewriyeyan dimeşînin."

(şx)

ANHA