Lieberman: Çareseriya Xezayê leşkerî ye

Topbarana di navbera Xeza û Îsraîlê de bi dawî bû, lê bûyer hê jî berdewam e û bandora xwe li qada Filistîn û Îsraîlê dike. Çavdêr û siyasetmedarên Îsraîlê wek têkçûneke Îsraîlê bi nav kirin ku di encamê de wezîrê artêşa Îsraîlê Avîgdor Lieberman îstîfa kir. Nivîskarên Îsraîlê jî wek tevgereke siyasî ya Leberman bi nav kirin.

Lieberman: Çareseriya Xezayê leşkerî ye
18 mijdar, 2018   08:40

UMER MÛSA / XEZA

Toreya topbarana dawîn a li Xezayê bandora xwe li Îsraîl û Filistînê kir û wek têkşikandineke Îsraîlê li hember daxwaza berxwedana Filistînî hate binavkirin. Bandora bûyerê di heman dema şêwirmendiya di navbera Xeza û Îsraîlê de bi navbênkariya Misr, Qeter û navneteweyî de pêk hat. Nemaze piştî ku Qeterê mûçeyên karmendên hikumeta Xezayê dan.

Lê çalakiya li başûrê Xezayê ku piştî rojekê ji daxuyaniya serokê hikumeta Îsraîlê Binyamîn Natanyaho pêk hatiye, ne tenê girêdayî şerê li dijî Xezayê ye ku îdia dikirin ku ew li gorî agirbestê tev digerin û di çalakiya leşkeri ya veşartî li dijî tabûrên Filistînê de 7 endamên Hemasê hatin kuştin. Tabûrên Filistînê jî bersiva êrîşa Îsraîlê da.

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê ragihand ku çalakî di bin çavdêriya serokartêş general Gadî Ezenkot de bi erêkirina wezîrê parastinê Avîgdor Lieberman û serokê hikumetê Binyamîn Natanyaho pêk hatiye.

Piştî 48 saetan ji çalakiya leşkerî bi navbênkariya navneteweyî û herêmî agirbest dîsa ket meriyetê. Lê tişta balkêş ew e ku Avîgdor Lieberman ji paya xwe derket. Filistîniyan jî ev mijar wek propagandeyeke partîtî bi nav kir da ku wek serokê hikumeta Îsraîlê were erkdarkirin.

Lieberman çareseriya bi Xezayê re leşkerî dibîne ku divê hemû hêza berxwedana Filistînê were hilweşandin. Lê Natanyaho li dijî vê nêrîna wî derdikeve ku lêçûna wê mezin e û dê bandorê li rewşên Hizbullah û aloziya Sûriyeyê jî bike.

ANHA