Komîteyên lihevanînê mekanîzmeya kar nîqaş kirin

Rêveberiya Lihevanînê ya girêdayî Meclisa Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê, bi armanca nîqaşkirina xebatê bi hemû komîteyên lihevanînê re civiya.

Komîteyên lihevanînê mekanîzmeya kar nîqaş kirin
17 mijdar, 2018   15:01

REQA

Civîn li hola civînan a Meclisa Sivîl a Reqayê lidar ket. Tevî hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb El-Derwîş û hejmarek ji endamên Meclisa Dîwana Edaleta Civakî hemû serokên komîteyên lihevanînê yên bajarê Reqayê û gundewarê wê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre Hevsrokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb El-Derwîş axivî û got: "Em rojên dijwar derbas dikin, di heman demê de em di pêngava avakirinê de ne. Ji ber wê her çendî li hemberî pirsigrêk derketin divê em xebatên xwe berdewam bikin. Erka me ye wekî komîteyên lihevanînê li ser bingehê edaletî nêzî pirsgirêkan bibin û nakokiyên civakî çareser bikin."

El-Derwîş wiha domand: "Ajandeyên derve di serî de Tirkiye û çeteyên girêdayî wê hewl didin tevliheviyê li herêmê derxînin û aramî û ewlehiya wê têk bibin. Lê ev yek îradeya gelê me naşkîne, berevajî wê hêz û îsrara me xurt dike."

Paşê serokê Komteya Lihevanînê yê Meclisa Sivîl a Reqayê Fewaz El-Faris mekanîzmeya xebatên komîteyan û astengiyên ku rastî wan tên û bi taybet piştî vekirina Dîwana Edaleta Civakî şîrove kir û wiha got: "Armanca me avakirina civakek şaristanî beyî nakokî li ser bingeha biratiya gelan û jiyan hevbaş e."

Piştre deriyê nîqaş û pirsan hate vekirin. Serokên komîteyên lihevanînê bersiva bersîndayîna pirsên beşdaran dan. Di civînê de girîngiya xurtkirina têkilî û koordînekirina kar di navbera komîteyên lihevanînê hate destnîşankirin.

(şx)

ANHA