Li Şengalê gorekî komî hate dîtin

Li navçeya Til Ezêr ya ser bi Şengalê ve goreke din a komî hate dîtin.

Li Şengalê gorekî komî hate dîtin
17 mijdar, 2018   15:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li navçeya Til Ezêr a ser bi Şengalê ve gorek komî hat dîtin. Li gorî agahiyên ji rêveberê navçeyê hatine standin di gorê de hestiyên 5 heya 8 mirovan hatine dîtin.

Rêveberê navçeya Til Ezêr Şekir Melihimev li ser vê yekê ji RojNews re axivî û got: “Beriya niha agahî ji mere hatibû ku 2 gorên komî li Tel Ezêr hene, îro di hewza avê a Melekê de hestiyên 5 heya 8 mirovan hatine dîtin. Li gorî lêkolînên destpêkê ev kesane hemu bi guleyê hatine qetil kirin.”

Şekir di dawiyê de got ku li gorî agahiyên hatine standin gorek din ji li navçeya Til Ezêr heye, lêkolînên ji bo dîtina gorê dewam dikin.