Nûrî Mehmûd: Erdogan di şerê wekaletê de bi bin ket

Nûrî Mehmûd da zanîn ku Erdogan di şerê wekaletê de li Sûriyeyê şikest, ji bo wê dest bi êrîşên rasterast li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê kir.

Nûrî Mehmûd: Erdogan di şerê wekaletê de bi bin ket
17 mijdar, 2018   13:55

EHMED SEMÎR – BASIL REŞÎD / QAMIŞLO

Li ser daxwaza êl, rûspî û pêkhatiyên li kantona Qamişlo û gundên wê, Buroya Têkiliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) komcivînek bi dirûşmeya "Rûspî, eşîr û pêkhateyên li herêmê li dijî dijminahiya Tirkiyeyê ne" li dar xist. Berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd di civînê de axivî û wiha got: “Me karî li pêşiya rêxistina terorê ku li ser hemû cîhanê bûbû xetereyek, bisekinin."

Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku hêzên wan ku ji zarokên herêmê pêk tên, li hemû Sûriyeyê çeteyên DAIŞ`ê bin xistin, ji ber ku baweriya wan bi doz û gelê wan heye û wiha dewam kir: “Hêzên me exlaq, çand û rêgezên demokratîk ji xwe re kirin esas, ji bo wê me hêza terorîst ku ol ji xwe re kiribû mertal da ku êrîş bike, şikand."

Nûrî Mehmûd anî ziman ku hemû pêşniyarên ji bo dîtina çareseriya aloziya Sûriyeyê vala derketin û wiha pê de çû: “Gelek însiyatîf li cîhanê, çi ji Ewropa û çi ji dewletên din, ji bo dîtina çareseriya aloziya Sûriyeyê vala derketin, ji ber ku xizmeta gelê Sûriyeyê nedikir. Sedema herî sereke jî destwerdana Tirkiyeyê ji van însiyatîfan re û bi taybet serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan e."

Nûrî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî ku di şerê wekaletê li Sûriyeyê de bi bin ket, niha jî rasterast dest bi êrîşên li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê kir.

(jo)

ANHA