Dîroka krîza şaristaniyê ya Rojhilata Navîn hate şîrovekirin

Di rûniştina destpêkê ya “Kongreya krîza şaristaniyê û rêya ber bi modernîteya demokratîk ve li Rojhilata Navîn” de, Foza Yûsif û Nazan Ustundag axivîn û behsa dîroka krîza şaristaniyê ya Rojhilata Navîn û çareseriya wê hate kirin.

Dîroka krîza şaristaniyê ya Rojhilata Navîn hate şîrovekirin
Dîroka krîza şaristaniyê ya Rojhilata Navîn hate şîrovekirin
Dîroka krîza şaristaniyê ya Rojhilata Navîn hate şîrovekirin
17 mijdar, 2018   13:51

BEYRÛT

Beşa destpêkê ya “Kongreya krîza şaristaniyê û rêya ber bi modernîteya demokratîk ve li Rojhilata Navîn” ku li Beyrûtê tê lidarxistin, semînerek bi navê “Xwendina dîrokî di aloziya şaristaniyê ya Rojhilata Navîn de” hate dayîn. Semîner dabeşî du beşan bû. Yek bi navê krîza şarestaniyê û bandora wê li Rojhilata Navîn” ji aliyê hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif ve hate dayîn.

Foza Yûsif semînera xwe bi van gotinan dest pê kir: “Em di destpêka dîrokê de, dîrok jî di destpêka me de veşartî ye. Ev hevok rastiya roja me ya îro derdixe holê. Em dibînin ku dîrok di roja me ya îro de ye, roja me ya îro jî di dîrokê de hatiye veşartin.”

Foza Yûsif da zanîn ku ji bo naskirina sedema wêraniya şerê ku herêm tê re derbas dibe, nas bikin, divê ew li dîroka herêmê vegerin û bi awayekî adil û rexnegirî lêkolîn bikin û wiha dewam kir: “Ne şaş e ku mirov bibêje yek ji sedemên aloziya herêma me, xwendina şaş a dîroka me ye. Hemû lêkolîner gihîştin wê baweriyê ku hemû hêmanên madî û manewî yên sereke ku ji bo şarestaniyê pêwîst in, di salên 4000-6000 beriya zayînê de li Hîlala Zêrîn çêbûne. Di heman demê de, pêşketinên di ol, xwedewand, huner, zanist û ya herî girîng rola jinan di jiyanê de, li Hîlala Zêrîn çêbûye. Dîrok îsbat dike ku bi deh hezaran salan civakeke xwezayî, ku tê de exlaq bêyî dadgehan, hezkirina xwedewandiyê bê tirs, zimanê helbestê bê derew û civakîbûn bê takekesî hebû. Her wiha di wê serdemê de, şoreşa çandiniyê, ziman û zanistê ku heta roja me ya îro dewam dikin, pêk hatin.”

Foza anî ziman ku yekemîn binpêkirin ku di dîroka medeniyetê de hatin kirin, kolekirina jinan bû û hêdî hêdî ev yek pêk hat û wiha got: “Ji feraseta desthilatdariya qral-xwedawend, şerê kole û koledaran ji vê ferasetê dest pê kir. Bi gotineke din civakê dixin bin serweriya şer û têkiliya di navbera kole û koledaran de. Dîrok di vê wateyê de dibe tunekirin mirovan. Her wiha pêdiviya civakan a rêvebirinê, dewlet wekî maskeke rewa bi kar tîne.”

‘Civakên ku mêr tê de hakim in, civakên desthilatdaran in’

Foza Yûsif destnîşan kir ku civakên desthilatdar ew civak in ku mêr tê de hakim in û wiha dewam kir: “Lê rêveberiyên bi rengê jinan di Serdema Kevirî ya Nû de, sembola dayîn, ewlekarî û dayikbûnê dide. Sîstema desthilatdariyê di civakên medeniyetê de, armanca xwe keysbazî û derxistina şerê derve û hundir e.”

‘Civakên Rojhilata Navîn, ji ber zordestiya medeniyeta navendî gelek êş dîtin’

Foza Yûsif diyar kir ku civakên Rojhilata Navîn ji civakên ku herî zêde di dîrokê de alozî û pirsgirêk dîtine û ev nirxandin kir: “Çanda Rojhilata Navîn di pêvajoya hilweşînê ya navbera salên 1000-1500’an de reseniya xwe winda kir. Ji wê demê û heta niha ew alozî dewam dike.”

Foza Yûsif di berdewama semînera xwe de got: “Em dibînin ku dîrok bi keysbazî, medeniyet, dewlet û desthilatê dest pê nekiriye. Berovajî wê, civaka neolîtîk ku dîroka xwe vedigere bi deh hezaran salan û jin tê de rêveber bû, hebû. Her wiha dîrokê ji Sûmeriyan jî dest pê nekiriye, Sûmeriyan hemû tiştên xwe ji civaka neolîtîk wergirtine û rojava jî ji rojhilat wergirtine. Her wiha dîrok ne dîroka ku koledaran nivîsandiye, lê dîroka berxwedana jinan û gelên bindest e.”

‘Ji bo vegerandina tiştên me winda kirine, şoreşeke zihnî, exlaqî û zanistî pêwîst e’

Foza Yûsif di dawiya semînerê de wiha pê de çû: "Ji bo ku tiştên me winda kirine em vegerînin, dîrok û pêşeroja me pêkanîna şoreşeke zihnî, exlaqî û zanistî ji me dixwaze.”

Piştre beşa duyemîn a semînerê ji aliyê çalakvana Rêxistina Jinan a Aştiyê û nivîskar Nazan Ustundag ve bi zimanê tirkî hate dayîn. Nazan bal kişand ser lêkolînkirina sedemên derketina aloziyê û da zanîn ku sîstemên desthildar ên li Rojhilata Navîn hewl didin xwe berfireh bikin û kêmneteweyan bihilînin, ji aliyê din ve jî wan qir dike, mînaka wê jî tiştên ku Tirkiye li ser gelê Kurd pêk tîne.

‘Pêkanîna teoriya Ocalan a neteweya demokratîk rizgarkirina gelan e’

Nazan Ustundag diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê van aloziyan de gelek nirxandinên kûr kirine û got moderniyeta emperyalîst a li Ewropayê ew rengek ji rengên aloziyên li Rojhilata Navîn e û ev tişt got: “Pêkanîna teoriya Ocalan a neteweya demokratîk yek ji çareseriyên aloziyan e û rizgarkirian gelan e.”

Piştî beşa duyemîn a semînerê bi dawî bû, der barê semînerê de nîqaş hatin kirin.

(kc)

ANHA