Rûspiyên eşîr û pêkhateyên Serêkaniyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Rûspiyên eşîr û pêkhateyên bajarê Serêkaniyê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û piştrast kir ku dê li hember dagirkeriya Tirkiyeyê li rojhilatê çemê Firatê jî li ber xwe bidin.

Rûspiyên eşîr û pêkhateyên Serêkaniyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Rûspiyên eşîr û pêkhateyên Serêkaniyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Rûspiyên eşîr û pêkhateyên Serêkaniyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Rûspiyên eşîr û pêkhateyên Serêkaniyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Rûspiyên eşîr û pêkhateyên Serêkaniyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Rûspiyên eşîr û pêkhateyên Serêkaniyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Rûspiyên eşîr û pêkhateyên Serêkaniyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Rûspiyên eşîr û pêkhateyên Serêkaniyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
17 mijdar, 2018   13:34

HESEKÊ

Di çarçoveya helwestên li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê de, îro li Salona Emîn a bajarê Serêkaniyê civîneke mezin hate lidarxistin. Di civînê de bêtirî 200 eşîrên ereb û rûspiyên pêkhateyên Serêkaniyê beşdar bûn.

Civîn bi dirûşmeya "Hevdîtina eşîr û pêkhateyên Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê û Zirganê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û destwerdana wê di karûbarên gelê Sûriyeyê de" pêk hat.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre şêwirmendê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ê karûbarên sivîl Rêzan Gulo axivî û spasiya helwesta niştîmanî ya rûspiyên herêma Serêkaniyê li dijî dagirkeriya Tirk kir. Gulo her wiha pesna rola eşîran li dijî komployên li ser gel da û got ku Bakurê Sûriyeyê di qonaxeke dîrokî ya pêkanîna armancên şoreşa azadî û demokrasiyê re derbas dibe.

Gulo da zanîn ku dewleta Tirk alîkariya terorê dike û tişta ku niha li Efrînê rû dide, armancên dagirkeriya Tirk eşkere dike ku tu pîvanên mirovahiyê nas nake.

Piştî axaftina Gulo, derî ji nîqaşan re hate vekirin û rûspiyan helwestên xwe nîşan dan ku dê li hember êrîşên li dijî herêmê bi hemû hêz û derfetên xwe li ber xwe bidin. Axaftin û şîroveyên hin rûspiyan wiha bûn:

Nûnerê eşîrên Idwan, Ebdilrezaq Hilo: Tê zanîn ku şoreş ji aliyê rewşenbîran ve tên destpêkirin. Lê qaşo şoreşa Sûriyeyê ji mizgeftan dest pê kir û di encamê de şoreş ber bi radîkalbûnê ve hate birin. Tirkiye dixwaze gelên herêmê li dijî hev bide şerkirin. Ev komên çete ku îdia dikin ku ew Artêşa Azad in, hemû ji aliyê dewleta Tirk ve tên perwerdekirin û bi rêya wan dagirkeriya axa Sûriyeyê dike.

Endamê Meclisa Ragihadina Olî: Li rex van gefên Tirkiyeyê em di qonaxeke dijwar de ne û divê em li dijî dagirkeriyê hevgirtina xwe xurt bikin. Divê diyaloga Sûr-Sûrî pêk were û rê li pêşiya destwerdana hêzên derve were girtin.

Nûnerê Pêkhateyên Suryan Ebdilehed Kerekoz: Dewleta Tirk li ser xwîna gelên herêmê hatiye avakirin û di bin navê îslamê de desthilatdariya xwe li ser gelên herêmê dike. Erdogan çete ji seranserî cîhanê kom kirin û li dijî gelên herêmê dide şerkirin.

Nûnerê eşîra Badîna: Em piştgiriyê didin diyaloga Sûrî-Sûrî. Tirkiye dewleteke dagirker e û em destdirêjiyên wê bi tundî şermezar dikin. Her wiha em daxuyaniya Amerîkayê ya der heqê rayedarên KCK'ê de şermezar dikin.

Bi navê Rêveberiya Saziya Olî ya Serêkaniyê Mele Bereket Mihemed: Bêdengiya gelên herêmê mijarê aloztir dike. Divê li hemberî hewldanên parçekirina Sûriyeyê em hevgirtina xwe xurt bikin û terorê li herêma xwe tune bikin.

Li ser navê pêkhateyan: Me ji ber terorê gelek êş kişandin. Hevdîtinên li derveyî Sûriyeyê pêk tên, aloziya Sûriyeyê çareser nakin. Divê em wek pêkhateyên herêmê hevgirtina xwe xurt bikin.

Ji eşîra Benî Sebe: Divê em nebêjin ev Kurd e, ev Ereb e, ji ber ku em li ser yek axê dijîn, em li dijî parçekirina Suriyeyê ne. Lê divê em li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bi yek destî li ber xwe bidin.

Nûnerê eşîra Xatûna, Rehbo Xatûn: Ev civîn nîşana hevgirtina qebîle û eşîrên herêmê ye. Tişta ku Erdogan dike hovîtiya Osmaniyan tîne bîra mirov.

Di dawiya civînê de rûspiyên eşîr û êlan daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî ji aliyê Fûhad Beşe ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên terorîst bi hemû cure û rêxistinên xwe yên leşkerî li Sûriyeyê, bi taybet DAIŞ`ê, gelek wêranî û gendelî di piraniya herêmên me yên Sûriyeyê de pêk anîn. Ev hemû yekser bi piştgiriya rêjîma Tirkiyeyê û di serî de AKP û serokê wê Erdogan pêk hat. Lê bi saya berxwedana şêniyên vî welatî yên canê xwe ji bo parastina xaka xwe û gelê xwe dan, êdî hêzên terorîst li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi dawiyê ve diçin.

Lê rêjîma Tirkiyeyê di vê demê de bi taybet gefan li herêmên me yên ewle yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bermahiyên terorê hatine paqijkirin, dixwe. Dewleta Tirk di vê çarçoveyê de li pey hev êrîşan li ser herêmên me yên li ser sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de dike. Gundên aram ên herêmên me bê ser û ber topbaran dike, di encamê de jî welatiyên me yên sivîl bûne qurbanî. Ev êrîşên wan bi hincetên ji rastiyê dûr pêk tên. Her kes êdî armanca rast ji êrîşên wan li ser herêmên me yên aram û ewle dizane, bi vê yekê ew dixwazin DAIŞ’ê biparêzin û zextê li ser wan sivik bikin.

Em wek rûspî û şêxên qebîle û êlên Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe ve li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk yekdest in û yek gotin in. Her wiha li dijî dijminahiya dewleta Tirk em ê piştgiriyê bidin QSD’ê û hemû hêzên niştîmanî.

Her wiha em bang li hemû hêzên xêrwaz û aştîxwaz û rêxistinên navneteweyî dikin ku li dijî van êrîş û gefên dubare yên li dijî gelê me bisekinin.”

ANHA