Budçeya Desteya Diravî ya 3 mehan hate diyarkirin

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê budçeya 3 mehan a deste û komîteyên diravî yên Rêveberiya Xweser û Sivîl di civîna li gel Desteya Diravî û komîteyên wê yên 7 rêveberiyên xweser û sivîl de diyar kir.

Budçeya Desteya Diravî ya 3 mehan hate diyarkirin
17 mijdar, 2018   13:03

GIRÊ SPÎ

Meclisa Rêveber û desteyên wê civînên xwe yên bi desteyên Rêveberiya Xweser û komîteyên wê re, di nava 7 rêveberiyên xweser û sivîl ên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de didomînin.

Civîn li navenda desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Eyn Îsa hate lidarxistin. Hevserokên Meclisa Rêveber Ebid Hamid El-Mehbaş, Bêrîvan Xalid, hevserokên Desteya Diravî, komîteyên wê di nava 7 rêvberiyên xweser û sivîl de beşdarî civînê bûn.

Di civînê de rewşa diravî li tevahî Bakurê Sûriyeyê û çawaniya pêxistina aliyê diravî li gorî rewşê, nîqaş hatin kirin. Di civînê de komîteyek ku ji 7 endamên 7 rêveberiyan pêk tê, ji bo danîna rêziknameya Desteya Diravî ku li gorî wê kar û xebat werin kirin, hate avakirin.

Kesên beşdar sîstema budçeya 3 mehan a Desteya Diravî û komîteyên 7 rêveberiyên xweser û sivîl erê kir. Her wiha dema civîna asayî ya Desteya Diravî bi komîteyên wê re di nava 7 rêveberiyên xweser û sivîl de bi armanca hevkariya di navbera wan de û danîna bername û plansazya kar û xebatan, hate diyarkirin.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 civînên cuda di nava çend rojên berê de bi Desteya Tenduristî, Komîteya Karûbarên Hundirîn, rêveberiyên herêmî, perwerde û fêrkirin, Desteya Diravî, komîteyên hemû desteyan di nava 7 rêveberiyên xweser û sivîl de li dar xistin û heta niha civînên xwe bi deste û komîteyên girêdayî wan ên din re berdewam dike.

(bx)

ANHA