Li herêma Cizîrê yekemîn dibistana pîşesaziyê vebû

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê yekemîn dibistana amadehiyê ya pîşesaziyê bi merasîmekê li bajarê Qamişlo vekir.

Li herêma Cizîrê yekemîn dibistana pîşesaziyê vebû
Li herêma Cizîrê yekemîn dibistana pîşesaziyê vebû
Li herêma Cizîrê yekemîn dibistana pîşesaziyê vebû
Li herêma Cizîrê yekemîn dibistana pîşesaziyê vebû
Li herêma Cizîrê yekemîn dibistana pîşesaziyê vebû
Li herêma Cizîrê yekemîn dibistana pîşesaziyê vebû
17 mijdar, 2018   12:55

QAMIŞLO

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê îro bi merasîmekê yekemîn dibistana amadehiyê ya pîşesaziyê ya girêdayî desteya herêma Cizîrê bi beşdarbûna bi sedan xwendekaran û hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Semîra Hac Elî û hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakurê Sûriyeyê Nesrîn Doko hate vekirin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hac Elî bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Vekirina vê dibistanê serkeftineke mezin ji bo me û şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê ye." Semîra tekez kir ku mamoste û xwendekar û Desteya Perwedeyê bi hev re wê serkeftinên mezintir pêk bînin û dibistana ku li ser asta herêma Cizîrê û Bakurê Sûriyeyê ye, bi pêş bixin.

Endama rêveberiya dibistana amadehiyê ya pîşesaziyê Welat Ferman jî wiha got: "Piştgiriya mamosteyan, xwendekar û şêniyan hişt ku em bigihîjin vê merheleyê, dê ev xwendekar pêşerojê bi çand û zanîna xwe ronî bikin."

Paşê xwendekarên pîşesaziyê şanoyek li ser girîngiya dibistana pîşesaziyê û komediyek bi navê Alava Derewan pêşkêş kirin. Merasîm bi vekirina dibistanê û gerandina govendê bi dawî bû.

(jo)

ANHA