‘Ocalan rêberê neteweyî û cîhanî ye’

Berdevkê Saziya Oldaran a Til Birakê Ebdulhemîd Remedan got Ocalan ne tenê rêberê Kurdan e, di heman demê de rêberekî neteweyî û cîhanî ye ku dikarî di girtîgehê de jî fikrên xwe belav bike. Remedan wiha got: "Em dibînin ku civak bi hemû beşên xwe xwedî li fikrên Ocalan derketine û daxwaza rakirina tecrîdê û azadiya wî dikin.”

‘Ocalan rêberê neteweyî û cîhanî ye’
17 mijdar, 2018   09:12

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Desthilata Tirkiyeyê bi serkêşiya AKP‘ê ji beriya du salan ve tecrîdeke girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye. Malbat, parêzer û Şandeya Îmraliyê ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji mêj ve ye agahiyekê ji Ocalan wernegirtine. Serlêdana hevdîtinê ku malbata Ocalan gelek caran bi hincetên wekî “keştî xirabe ye”, “Keştî tê temîrkirin” û “Rewşa awarte” tê redkirin.

Endamê Yekitiya Oldarên Misilman a herêma Cizîrê û berdevkê Saziya Oldaran a navçeya Til Birak Ebdulhemîd Remezan têkildarî mijarê wiha axivî: "Rêber Abdullah Ocalan dareke berhemdar e, fikrê edalet, hezkirin û wekheviya di navbera jin û mêran de belav dike. Berhemên wî li Bakurê Sûriyeyê û tevahî cîhanî hene."

Ebdulhemîd diyar kir ku armanca tecrîda li dijî Rêberê Gelê Abdullah Ocalan ew e ku fikrên wî yên neteweyî û cîhanî bitemirînin û wiha anî ziman: "Tirkiye bi îdiaya ku Ocalan rêberê Kurdan e hewl dide wî tune bike. Lê Ocalan ne tenê rêberê Kurdan e. Di heman demê de rêberekî neteweyî û cîhanî ye, dikarî li pişt hesninan cîhanê bi fikr û exlaq û heskirina xwe ji derdorê re tijî bike. Em dibînin ku niha hemû beşên civakê xwedî li fikrên Ocalan derdikevin û banga rakirina tecrîdê û azadiya wî dikin."

Ebdulhemîd Remezan bi navê oldarên misilman banga rakirina tecrîda li djiî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

ANHA