Kongreya "Krîza şaristaniyê û rêya ber bi modernîteya demokratîk ve li Rojhilata Navîn" dest pê kir

Kongreya “Krîza şaristaniyê û rêya ber bi modernîteya demokratîk ve li Rojhilata Navîn" li Beyrûtê dest pê kir.

Kongreya "Krîza şaristaniyê û rêya ber bi modernîteya demokratîk ve li Rojhilata Navîn" dest pê kir
Kongreya "Krîza şaristaniyê û rêya ber bi modernîteya demokratîk ve li Rojhilata Navîn" dest pê kir
Kongreya "Krîza şaristaniyê û rêya ber bi modernîteya demokratîk ve li Rojhilata Navîn" dest pê kir
17 mijdar, 2018   09:09

BEYRÛT

Gelek şande û kesayet ji dewletên erebî wekî Misr, Lubnan, Iraq û Sûriye, her wiha Tirkiye, Îran, her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê kesyasetên siyasî û esferên Lubnanê tev li kongreyê bûn. Kongreyê bi bîranîna cangoriyên azadiyê û sirûda niştîmanî ya Lubnanê dest pê kir.

Serokê Partiya Suryanî yê Cîhanî Îbrahîm Mûrad di kongreyê de axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Mûrad tekez kir ku ev kongre ku hemû pêkhate ji hemû mezhebên Rojhilata Navîn beşdar bûne, mînaka hevgirtina hemû gelên Rojhilata Navîn e ku bawariya wan bi edalet, aştî û biratiya gelan tê. Her wiha Mûrad destnîşan kir ku hemû sîstemên desthilatdar û dîktator qutkirin û şer di navbera gelan de çêkirin.

Mûrad di axaftina xwe de got divê biratî di navbera gelên herêmê de ji nû ve çêbe da ku rola sîstemên desthilatdar kêm bibe, her wiha ji bo rizgarkirina hemû kesên xwedî nêrîn, di serî de rêberê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan, ji girtîgehên dewleta Tirk banga bilindkirina asta têkoşînê kir.

Kongre didome.

(kc)

ANHA