Jin xwe bi xwe dozên xwe çareser dikin

Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Jinan a El-Cezrat di kêmî salekê de ji 600 dozên ku hatine ber destê wê, 450 doz ku mafên jinan diparêze, çareser kirine.

Jin xwe bi xwe dozên xwe çareser dikin
Jin xwe bi xwe dozên xwe çareser dikin
Jin xwe bi xwe dozên xwe çareser dikin
16 mijdar, 2018   09:28

DÊRAZOR

Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Jinan roleke girîng di çareserkirina pirsgirêkên ku rastî jinan tên de, dilîze. Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Jinan a Herêma El-Cezrat li gundewarên Dêrazorê  15‘ê Çileya 2018‘an de hate avakirin. Komîte di çareserkirina dozên jinan de bûye lêvegera tekane ya jinan.

Komîteyê di nava kêmî salekê de gelek xebat dane meşandin. Komîte ji 5 endaman pêk tê û hewl da dozan bi razîbûna her du aliyan çareser bikin.

Ji 600 dozan 450 doz hatin çareserkirin

Piraniya dozên ku komîte pê re têkildar bû, dozên malbatî ne û girêdayî mîrate, zewaca di temenê biçûk de û hwd in. Di kêmtirî salekê de komîteyê ji 600 dozan 450 doz çareser kirine.

Têkildarî mijarê endama rêveber a Meclisa Jinan Şehrezad El-Casim wiha got: "Jin li Dêrazorê di jiyana rojane û piratîkê de hatibûn çewisandin û tepeserkirin."

Şehrezad destnîşan kir ku Komîteya Lihevanînê ji komîteyên herî aktîf û girîng ji jinên herêmê re tê hesibandin.

Ji aliyê xwe ve endama Komîteya Lihevanînê Emîne El-Hisên diyar kir ku komîte hewl dide bi razîbûnê dozan çareser bike. Ji ber wê her du aliyan pêşwazî dike û guhdarî wan dike da ku dozê baş nas bikin. Dozên ku nayên çareserkirin ji dozgeriyê re tên şandin.

(şx)

ANHA