Şervanê YPG‘ê Fedekar Heleb bi merasîmeke bi haybet hate oxirkirin

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê, şervanên YPG û YPJ‘ê cenazeyê şervanê YPG‘ê Mihemed Xetîb (Fedekar Heleb) ê ku li ser karê xwe şehîd bibû li Goristana gundê Nebo veşartin.

15 mijdar, 2018   18:52

HELEB

Kerwanê oxirkirinê ji ber Navenda Heyva Sor a Kurd a taxê ber bi Goristana Gundê Nebo ya bi rê ket. Di wê navberê de dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin berizkirin.

Li Goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê hate girtin û toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve dest pê kir.

Paşê, Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Kurdistan Elîko sersaxî ji malbata şehîd re xwest û anî ziman ku şehîd stêrên ku rêya ber bi azadiyê ve ron dikin e.

Ji fermandarên YPG‘ê Zagros Efrîn jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, Şehîd Fedekar û hemû şehîdên azadiyê îsbat kirin ku ew aşiqên azadiyê ne ku ji bo pêkanîna demokrasiyê û jiyaneke bi rûmet berdêl dane.

Zagros Efrîn di dawiya axaftinan xwe de soza şopandina xeta şehîdan da.

Di merasîmê de Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Xerîb Hiso wiha got: "Ji armancên projeya Netewa Demokratîk yekitî û hevgirtina hemû pêkhateyan. Tevlihbûna xwîna hemû pêkhateyan felsefeya fedekarî ya ber bi jiyana azad e."

Paşê nasnameya şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Melek Îbrahîm ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Şêxên Hevgirtina Olan a taxa Şêxmeqsûd nimêj li ser cenaze kirin. Paşê cenaze di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA