Li Şehbayê rêze çalakiyên 25‘ê Mijdarê didomin

Kongreya Star a navçeya Ehdas têkildarî 25‘ê Mijdarê semînerek organîze kir.

Li Şehbayê rêze çalakiyên 25‘ê Mijdarê didomin
15 mijdar, 2018   18:28

ŞEHBA

Di çarçoveya rêze çalakiyên 25‘ê Mijarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ku ji aliyê Kongreya Star ve têne organîzekirin semînerek ji bo jinên Efrînê yên li navçeya Ehdas hate dayîn.

Semîner li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê ji aliyê Koordînasyona Koongreya Star a navçeya Ehdas Hesna Hesen ve hate dayîn.

Hesna dîroka Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Dijî jinan û berxwedana hersê xuşkên (Mîrebal) li dijî desthilatdariya baviksalarî vegot.

Her wiha şêwazên tundiya li ser jinan û rêbazên rêgirtina li pêşiya tundiyê destnîşan kir, her wiha têkoşîna Kongreya Star a parastina jinan ji tundiyê  bi bîr xist û got Kongreya Star spartgeha hemû jinan e.

Hesna Hesen bang li jinan kir ku têkoşîneke hevpar pêk bînin da ku dawî li tundiyê bînin.

Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.

ANHA