Li navçeya Xurmatû ya Selahedînê 3 teqînên cûda pêk hatin

Li gorî agahiyên Rêveberê Polîsên Xurmatû Emîd Hisên Elî dane Rojnewsê, şevê din li navçeya Xurmatû ya Selahedînê 3 teqînên cûda pêk hatin.

Li navçeya Xurmatû ya Selahedînê 3 teqînên cûda pêk hatin
15 mijdar, 2018   10:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Elî, eşkere kir ku teqîna yekem li Taxa Eskerî ya Xurmatû bû û got ku li qadek vala mayînek teqiya.

Lî gorî heman çavkaniyê teqîna duyem li nêzî Goristana Fatma Elzehra ya li Taxa Eskerî pêk hatiye.

Hisên Elî got di depeyoyekî ya meşrûbê de jî teqîn pêk hatiye.

Rêveberê Polîsên Xurmatû Emîd Hisên Elî da zanîn ku ji ber teqîna tiştek bi kesekê nehatiye û got nayê zanîn ev teqînane ji aliyê kê ve hatine kirin. Herwiha Elî eşkere kir ji ber teqînan ti kes nehatine binçavkirin.