Efrîn ji niştecihên wê re kirine girtîgeh

Binpêkirinên çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gelê Efrînê didomin. Rojane kuştin, revandin, dizî û talankirin rû didin. Efrîn ji niştecihên wê yên resen re bûye mîna girtîgehekê.

Efrîn ji niştecihên wê re kirine girtîgeh
15 mijdar, 2018   07:27

ŞERVÎN MISTEFA / EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê binpêkirinên xwe yên li dijî şêniyên Efrîn ji kuştin, revandin, guhertina demografyaya herêmê û ferzkirina çanda Tirk li ser şêniyan, roj bi roj zêde dikin. Di encamê de bi dehan malbat ji Efrînê derdikevin û berê xwe didin herêma Şehbayê.

Beriya du rojan malbateke din ji kantona Efrînê derket û xwe gihand navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê.

Zarokên malbata ku derbasî Şehbayê bûn, gotin dayik û bavê wan li Efrînê mane, ji ber wê jî nexwestin xwe bidin naskirin. Ji ber ku dibe nasandin metirsiyê li ser dê û bavê wan çêke.

Şêniyên Efrînê bûne qurbaniyên nakokiyên çeteyan

Komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker rojane li ser talankirina mal û milkên xelkên Efrînê, heta li ser hilberîna zeytûnên welatiyan bi hev dikevin.

Her komeke çete dixwaze hêza xwe nîşan bide, çete ji bo girtina fidyeyan şêniyan direvînin û gefên kuştinê li wan dixwin da ku malbatên wan mecbûr bimînin ku fidyeyê bidin.

Xwediyên avahiyan di malên xwe de bi kirê dimînin

Qaşo “Meclisa Herêmî” ya ku çeteyên dewleta dagirker a Tirk ava kiriye, belavokek belav kir û tê de diyar kir ku divê hemû şênî tevî belgeyên milkên xwe berê xwe bidin meclisê da ku tesdîq bikin.

Li ser wê Meclisa Efrînê şênî hişyar kirin ku bi lîstokên çeteyên dewleta Tirk neyên xapandin. Ji ber ku ev lîstok bi armanca bidestxistina milkên welatiyan pêk hatiye.

Welatiyekî ku ji Efrînê derketiye tekez kir ku çete ji şêniyan belgeyên milkên wan dixwazin. Ger belge bi kesekî re tune ne, çete mala wî desteser dikin û bi kirê didin wan. Her wiha şênî destnîşan kir ku ji şêniyên ku belge li gel wan tune ne, ji bo ku li malên xwe bimînin, çete mehane 200 dolar ji wan distînin.

Revandina zarokan zêde bûye

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker revandina welatiyan didomîne. Di van demên dawîn de bûyerên revandina zarokan zêde bûne.

Têkildarî mijarê welatiyekî ku ji Efrînê hatiye, diyar kir ku bûyerên revandina zarokan li Efrînê zêde bûne. Bi taybet dema çete bizanin ku rewşa malbatekê ya madî baş e, zarokên wan direvînin û fidyeyê ji wan dixwazin.

Dibistan û cihên giştî kirin baregehên leşkerî

Çeteyên dewleta dagirker di heman demê de dibistan veguherandine baregehên leşkerî. Bi armanca zêdekirina zextê li ser şêniyan di her kolanekê de yek an jî du baregeh hene.

Li gorî gotinên welatiyê ku ji Efrînê hatiye, çeteyan dibistana El-Keramê ya taxa Efrîna Kevn veguherandiye baregeha polîsên leşkerî ku ji çeteyan pêk tê.

Her wiha dibistana amadehî ya taxa Efrîna Nû li nêzî Qada Azadî veguherandine avahiya rêveberiya polîsan. Navenda çand û hunerê bûye baregeha Firqet El-Hezat. Dibistana Feysel Qedûr veguheriye baregeheke MÎT’a Tirk.

Navenda Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûye avahiya ku walîtiya Tirkiyeyê kar û barên xwe tê de bi rê ve dibe. Navenda bankê veguheriye baregeha tûgaya çeteyên Ebû Meryem.

Ev hemû li gel guhertina navên dibistan, kolanên şaxî û sereke ji navên siltanên Osmaniyan pêk hatine.

Qutkirina avê û talankirina cihên giştî

Welatiyên ku ji Efrînê derketine, diyar kir ku çeteyan têlên stûnên kehrebeyê li kolanên Efrînê dizîne, xetên trênê li gundê Qatma yê navçeya Şera û Meydan Akbes ya navçeya Racoyê ji hev vekirine û firotine bazirganên hesin li herêma Ezazê.

Ji aliyekî din ve welatiyan behsa buhabûna madeyên xwarinê kir û got ku torbeya nan bi 250 lîreyên Sûriyeyê tê firotin.

Her wiha ava bendava Meydankê qut bûye, tenê her du mehan carekê ava bendavê didin bajêr. Ji ber wê buhayê sêtîra avê bûye 2 hezar lîreyên Sûriyeyê.

Girêdayî berhema zeytûnan û guvaştina wê li kargehên guvaştinê, welatiyan got kes nikare biçe nav zeviyên xwe û hilberînê berhev bike. Ji ber ku hilberîn desteser kirine û bi rêya deriyê sînor ku li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê hatiye vekirin, derdixin derveyî kantonê.

Heman traktorê 4 caran desteser dikin

Welatiyekî ku ji Efrînê vegeriyaye, bûyera dizîna traktora xwe vegot. Welatî diyar kir ku 3 komên çeteyan bi armanca girtina miqdarek pere, traktora wî diziye.

Di cara yekemîn de polîsên leşkerî traktora wî desteser kiriye û ji bo ku vegerîne 50 hezar lîreyên Sûriyeyê jê wergirtine. Cara duyemîn Firqet Sultan Murad dest daniye ser traktorê û carek din ji bo ku amûrê xwe vegerîne, 50 hezar lîreyên Sûriyeyê dane. Cara sêyemîn çeteyên Ehrar El-Şerqiyê traktor desteser dikin û jê 200 dolar dixwazin. Welatî ew miqdara pere dide. Lê careke din çeteyên Ehrar El-Şerqiyê traktorê didizin û beramberî wê 3 hezar dolar xwestine. Lê ji ber xilasbûna pereyên li gel welatî, nema li traktora xwe dipirse.

(şx)

ANHA