ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15 .11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15 .11.2018
15 mijdar, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Reqayê bi merasîmekê tê vekirin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şahiyekê li bajarê Werzîşê ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî binpêkirinên dewleta Tirk û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Binpêkirinên çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gelê Efrînê didomin. Rojane kuştin, revandin û dizî û talankirin rû didin. Efrîn ji niştecihên wê yên resen bûye mîna girtîgehê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rewşenbîrên navçeya Til Hemîsê destnîşan kirin ku ji êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê du milên wê hene. A yekê Tirkiye hewl dide rê li ber DAIŞ'ê ji nû ve vebike û ya duyemîn têkbirina projeya netewa demokratîk û biratiya gelan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Şêx Raxib El-Faris diyar kir ku Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi hêza xwe ya leşkerî QSD‘ê projeyeke niştimanî ye ku hemû pêkhateyên Sûriyê dei nav xwe de digire û destnîşan kir armanca ji kiryarên hêzên dijber û hedefgirtina kesayetên mezin derbekirina yekitiya Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê bi boneya rasthatina Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser jinan semînerekê li akademiya Yekta Herekol organîze dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên navçeya Amûdê destnîşan kirin ku sedema hemû pirsgirêkên ku li Rojhilata Navîn derdikevin, tecrîd girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û tekez kirin ku bi azadiya Ocalan hemû pirsgirêk wê çareser bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Welatiyên navçeya Efrîn sedema sereke ya tundiya li ser jinan spartin zihniyeta baviksalarî ku pergalên serwer çandine û gotin ji bo rêgirtina li pêşiya tundiyê ew ê bixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Koperatîfa Simbilên Rojava ya taybet  ji bo jinan ya li Tirbespiyê ye ku desteka xwe ji Kongreya Star û Komîteya Aborî digire dest bi çandina genim kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî di roja sêyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîna Avrîn a Sînemayê xebatên xwe di warê sînemayê de di nav Kampa Şehabyê de didomîne. Gelek berhemên têkildarî Berxwedana Serdemê û hêviya şêniyan ji bo vegera Efrînê bi cih aniye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Di çarçoveya dabînkirina hemû cûreyên fabrîkeyên li bajarê ku di encamên şer de hatin wêrankirin de hejmarek karker bi derfetên kêm di warê cûde kar dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA