Li Kampa Serdemê panêla têkoşîna li dijî şideta li ser jinan

Bi dirûşmeya "Ji bo avakirina civakeke azad li ser bingehê Netewa Demokratîk û şikandina hişmendiya baviksalarî divê em jin û zilam rizgar bikin" panêlek li kampa Serdemê hat lidarxistin.

Li Kampa Serdemê panêla têkoşîna li dijî şideta li ser jinan
Li Kampa Serdemê panêla têkoşîna li dijî şideta li ser jinan
Li Kampa Serdemê panêla têkoşîna li dijî şideta li ser jinan
Li Kampa Serdemê panêla têkoşîna li dijî şideta li ser jinan
Li Kampa Serdemê panêla têkoşîna li dijî şideta li ser jinan
Li Kampa Serdemê panêla têkoşîna li dijî şideta li ser jinan
Li Kampa Serdemê panêla têkoşîna li dijî şideta li ser jinan
Li Kampa Serdemê panêla têkoşîna li dijî şideta li ser jinan
Li Kampa Serdemê panêla têkoşîna li dijî şideta li ser jinan
14 mijdar, 2018   19:10

ŞEHBA

Meclisa Kantona Efrînê bi wesîleya rasthatina 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinan panêleke bi navnîşana "Ji bo avakirina civakeke azad li ser bingehê Netewa Demokratîk û şikandina hişmendiya baviksalarî divê em jin û zilam rizgar bikin" li kampa Serdemê li dar xist.

Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê, di nav de endamên komîn, meclis, Kongreya Star, Tevgera Kevana Zêrîn, Komeleya Êzidiyan, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Yekitiya Jinên Azad, Meclisa Kantona Şehbayê, Malbatên Şehîdan û Rêveberiya Xweser beşdarî panêlê bûn.

Di panêlê de dîroka Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinan hat xwendin û belgefîlmek têkildarî nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê jin de hate nîşandan.

Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Şirîn Hesen armanca panêlê diyar kir û anî ziman ku armanca panêlê ew e ku bighêjin formeke hevbeş ji rêgirtina li ber tundiya li ser jinan.

Şirîn her wiha got: "Jin tevahî civak e. Armanca sereke ew e ku jin li cewherê xwe yê rasteqîn veger, cewherê wê yê civaka xwezayî."

Paşê nîqaşeke berfireh li ser girîngiya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û bidawîkirina zihniyeta baviksalarî ku jin wekî kole hesab dike, her wiha nirxandinê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê jinan de hatin kirin.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Hesen Koçer jî axivî û anî ziman ku pêwîste jin û zilam kesayeta xwe lêkolîn bike ku ji lewazbûn û zihniyeta bavilsalarî xilas bibin. Di  heman demê de pêwîste di vê warê de xwe perwerede bikin û roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan veguherînin rojava azadiya jinan.

Li aliyekî din Rêxistina Kongreya Star dayîna semînerên didomînin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kampa Berxwedan Leyla Îbiş diyar kir  ku armanca wan ji Semîneran ew ku jin bi vi rojê bidin nas kirin da ku hemberî tundiyê bisekinin.

ANHA