‘Êlên Ereb QSD'ê wekî projeya niştîmanî û Sûrî dibînin‘

Şêx  Raxib El-Faris got, Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi baskê wê yê siyasî QSD'ê ji şêniyên herêmê pêk tên û destnîşan kir ku hêzên dijber bi hedefgirtina kesayetên girîng rûspiyan hewl dide di navbera wan û QSD‘ê de nakokiyan derbixîne. dikin.

‘Êlên Ereb QSD'ê wekî projeya niştîmanî û Sûrî dibînin‘
15 mijdar, 2018   05:20

AZAD SEFO-DIYAR EHMO / NAVENDA NÛÇEYAN

Di 2'yê Mijdarê de yek ji rûspiyên êla Efadila ya Ereb bi navê Beşîr Feysal El-Hiwêdî li Reqayê di erebeya xwe de kuştî hate dîtin. Bûyera kuştina El-Hiwêdî rastî nerazîbûneke tund ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat. Meclisa Sivîl a Reqayê bi daxuyaniyekê qetilkirina Şêx Beşîr El-Hiwêdî şermezar kir û bûyer weke hedefgirtina fikra Netewa Demokratîk û biratiya gelan hesiband.

Gelek dezgehên çapemeniyên ku li gorî ajandiyên derve dixebitin di serî de Tirkiyê îdia kirin ku êlên Ereb ên Reqayê xwestin ku QSD'ê ji Reqayê derbikeve û QSD' bi qetilkirina Şêx Beşîr Feysal El-Hiwêdî tewanbar kirine.

‘Elên Ereb çareserkirina aloziyê li gel MSD û QSD‘ê dibînin‘

Weke bersiv li ser van îdiayan Şêx êla El-Zubeyd a Ereb Raxib Beşar El-Faris got: "QSD'ê û sîwana wê ya siyasî Meclisa Sûriye Demokratîk hêzên niştîmanî, demokratîk û Sûrî ne. Ji hemû gelê Sûriyê pêk tên. Her wiha hemû hêz, partî û kesayetên serbixwe di nav projeya xwe de kom kiriye."

Raxib El-Farsi wiha domand: "Êlên Ereb jî cihê xwe di nava vê projeya niştîmanî Sûrî de digirin. Fikra Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî pêşwazî kirine. ji ber ku tê de çareserkirina aloziya Sûriyê dtîtin."

‘Tirkiyê ji projeya me rihet nîn e lew re êrîş dike‘

Raxib El-Faris di berdewama gotinên xwe de diyar kir ku QSD'ê û Meclisa Sûriyeya Demokratîk ji hemû çînên civakê û pêkhateyên Bakurê Sûriyê pêk tê. Ji lew re di hemû gavên xwe de li dijî terorê û çareserkirina aloziya Sûriyê de serkeftî bû.

Her wiha El-Faris destnîşan kir ku Bakurê Sûriyê di dijwartirîn pêngavên leşkerî û siyasî de derbas bûye û wiha pê de çû: "Dema me rêgez û fikra Netewa Demoktratîk esas ji xwe re girt ev pêngav ji bo dewletên dijber mîna Tirkiyê giran hat. Ji ber wê dagirkeriya Tirkiyê, DAIŞ'ê afirand û da ku êrîşî destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin bike."

Şêx El-Faris anî ziman ku dewleta Tirkiyê, tekane dewlet e ku temenê aloziya Sûriyê dirêj dike, ew sedema kuştina bi hezaran gelê Sûriyê ye û destên wê bi xwîna zarokên bêguneh lekekirî ye.

‘Tirkiyê bi dagirkirina Efrînê hemû xetên sor derbas kirin‘

Şêx El-Faris di dirêjahiya gotinên xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina Efrînê û kuştina sivîl û zarokên bêguneh hemû xetên sor derbas kiriye. Ji ber ku armanca wê mayîna çekê li Sûriyeyê ye. Her wiha diyar kir ku bêdengiya navdewletî li hember dagirkirina Efrînê û binpêkirinên dagirkeriya Tirk li ser sivîlan ber bi çav bû û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk di êrîşên xwe de hemû pêkhateyên herêmên Bakurê Sûriyê kir hedef. Isbata vê yekê, hedefgirtina dêrek e Suryan li gundên navçeya Tirbespiyê ye."

‘Tirkiyê hewl dide bi rêya hedefgirtina rûspiyan tevliheviyê di navbera QSD û rûspiyan de derxîne‘

Têkildarî bûyera kuştina Şêx Beşîr Feysel El-Hiwêdî Şêx Faris wiha got: "Dewleta Tirk di hewldanên xwe de yên li dijî şoreşa herêmê de têk çûye. Ji ber wê niha bi rêya qetilkirina kesayetên girîng û şêxên êlên herêma Firatê hewl dide tevliheviyê di navbera QSD'ê û şêxên êlan derbixe. Qetilkirina Şêx Beşîr Feysel El-Hiwêdî di encama têkçûna siyasetên Tirkiyê de pêk hat. Tikiye piştî ku aramî û ewlehiya bajarê Reqayê û yekgirtina êlên bajêr bi QSD'ê re dît, şaneyên xwe li herêmê belav kir û Şêx Beşîr Feysal El-Hiwêdî bi armanca belavkirina tevliheviyê di navbera êlên herêmê û QSD'ê  kuştin."

(şx)

ANHA