Di roja duyemîn Mîhrîcana Fîlman a Kobanê de fîlîmên cuda

Di roja duyemîn Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî de hejmarek belgefîlmên û kurtefîlîm hatin nîşandan.

Di roja duyemîn Mîhrîcana Fîlman a Kobanê de fîlîmên cuda
Di roja duyemîn Mîhrîcana Fîlman a Kobanê de fîlîmên cuda
Di roja duyemîn Mîhrîcana Fîlman a Kobanê de fîlîmên cuda
14 mijdar, 2018   18:52

KOBANÊ

Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî  ji aliyê Komîna Fîlîm a Rojava ve hatiye organîzekirin. Mîhrîcan li navedna Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê tê lidarxistin.

Di roj duyem a mîhrîcanê de hejmareke kurtefîlîm ku li welatên cîhanê hatine kişandin hatin nîşandan. Ji kutefîlîmên hatine nîşandan Serpêhatiyên zarokên astengdar, Ez jî dikarim bi axivim, Pareyek ji pareyan, Gotinin ji Karmelin û Destan.

Di beşê duyemîn de, belgefîlmeke bi navê "Heval Aryan" hate nîşandan. Fîlîmê Ariyan ji 77 deqeyan e pêk tê. Fîlîm behsa şervaneke  YPJ‘ê beşdarî bi dehan şerên li dijî DAIŞ‘ê bûye dike.

Di mîhîrcanê de her wiha fîlîmên kertonî hatin pêşkêşkirin.

Mîhrîcan bi boneya salvegara 58'an a Komkujiya Amûdê dest pê kir. Di komkujiyê de 283 zarok ku li Sînemaya Şehrazad ya li Amûdê bûn, jiyana xwe ji dest da

Di dirêjahiya  rojan mîhrecanê de wê film li peyî hev werin pêşandan. Piştre wê  li kampên Eyn Îsayê, Şehba li Bakurê Sûriyê û li Wargeha Mexmûr a li Başûrê Kurdistanê werin pêşandan.

ANHA