Li gundewarên Dêrazorê miqdarek mayîn hatin bê bandorkirin- Hate Nûkirin

Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Dêrazorê di dibistanekê de depoyeke çek û cebilxane dîtin, her wiha mîqdarek mayîn bê bandor kirin.

Li gundewarên Dêrazorê miqdarek mayîn hatin bê bandorkirin- Hate Nûkirin
14 mijdar, 2018   19:03

DÊRAZOR

Li ser agahiyên welatiyan ku madeyên bi guman li dibistana bajaroka Ebû Hemam a seretayî hene, pisporên endizyariya rakirina mayînan a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hindirîn davilî berê xwe dan dibistanê.

Diyar e ku madeya bi guman hin topên hawan û mayîn in.

Hêzên Ewlekariya Hindirîn mayîn bê bandor kirin û welatî hişyar kirin ku dema tiştên bi guman dîtin hêzên wan agahdar bike.

Hêzên Ewlekariya Hindirîn di xebatên lêgerîna di nava dibistanê de depoyeke ji 700 topên hawan û yên tankan pêk dihat dîntin.

ANHA