ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14 .11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14 .11.2018
14 mijdar, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Şêniyên bajarê Reqayê cenazeyên du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Goristana El-Hikûmiyê oxir dikin, saet 14:00. Her wiha şêniyên Minbicê jî endamên Hêzên Ewelekarî yên ku di encama êrîşa terorê de şehîd bûne, saet 12:00 oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê civînekê ji cotkaran re lidar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li bajarê Serêkaniyê û Dêrikê meş têne lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînekê bi desteya Rêveberiyên Herêmî û komîteyên wê yên di Rêveberiyên Xweser û Meclisên Sivîl de, çêdike. Saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Yek ji rûspiyên êla El-Şerabîn a li Sûriye û Iraqê Mihemed Arif got, ji bo ku biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin Şêx Beşîr Feysal El-Hiwêdî kuştin. Her wiha bang li êlên Ereb kir ku li dora QSD`ê kom bibin û li hember êrîşên berberî ku têkbirina destkeftiyên şoreşa gel armanc dikin bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kombûna Parêzerên Sûriyê ya ji bo parastina Efrînê, zêdetirî 920 rewşên binpêkirinê ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derheqê şêniyên Efrînê de, belge kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Dê û bavê Sara ya ku bi sekvanê artêşa Tirk a dagirker li ser sînorên Tirkiyê rojavayê Girê Spî şehîd bûye, bang li civaka navdewletî kirin ku Tirkiyê muhesebe bikin. Her wiha teqez kirin ku Tirkiye nikare derbasî xaka wan bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Efrînê gotin komploya navdewletî ku Rêberê Gelê Kurd kiriye hedef, ji bo têkbirina projeya Netewa Demokratîk e. Her wiha diyar kirin ku fikrên Ocalan ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriyê pêşkêş dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêx û şêniyên Şedadê teqez kirin ku ew ê li dijî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin û dane zanîn ku ew di bin sîwana Rêveberiya Xweser û parastina QSD`ê de, bi ewle dijin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Bi boneya nêzikbûna Roja Têkoşîna Şideta Li Dijî Jinê, li hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meş û çalakî têne lidarxistin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ruxmî temenê wê ya biçûk û astengdariyê, xebitî û fêrî pîşeya dirûnê bûye. Xwe baş fêrî pîşeyê kiriye û li herêmê bûye kesekî navdar. Her wiha bi rêya pêşiya xwe hewl dide aboriya malbata xwe geş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HÛNER

-Mîhrecana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî di roja duyemîn de li navenada Çand û Hunerê ya Baqî Xido dewam dike. Mîhrecan wê saet 14:00`an de destpê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Rewşa wan jî mîna bi hezaran rewşên şêniyên Sûriyê yên dine. Ji bajarekî koçberî bajarekî din dibûn, lê rêwitiya wan a koçberî li nava wêraniyê de bi dawî bû. Lê rewşa jiyankirinê di wir de gelekî zor e.

-Tevî wêraniya mezin, “Merqeda” li bajaroka Mirgedê ya girêdayî kantona Hesekê bûye şahîda komkujiyên Osmaniyan derheqê Ermenan de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-13 hezar û 610  şagirtên Efrînê û Şehbayê di malên wêrankirî û li dibistanên ku hîn ji wan hê jî hatine sererastkirin de, xwendina xwe didomînin û bi vê yekê nameya girêdana xwe bi xwendinê re tînin ziman. Şagirt bi israra xwe li dijî polîtîkeyên asîmlekirin û qirkirina çandê ku dewleta Tirk li Efrînê dide meşandin, disekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA