Mihemed Arif: Tirkiye hewl dide aramiya herêmên me xirab bike

Yek ji rûspiyên êla El-Şerabîn a li Sûriye û Iraqê Mihemed Arif got, ji bo ku biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin Şêx Beşîr Feysal El-Hiwêdî kuştin. Her wiha bang li êlên Ereb kir ku li dora QSD`ê kom bibin û li hember êrîşên berberî ku têkbirina destkeftiyên şoreşa gel armanc dikin bisekinin.

Mihemed Arif: Tirkiye hewl dide aramiya herêmên me xirab bike
14 mijdar, 2018   05:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Rûspiyê êla El-Şerabîn a li Sûriyê û Iraqê Mihemed Arif destnîşan kir ku, ew her êrîşekê li dijî cîranekî xwe weke êrîşek li dijî xwe di hesbînin. Arif got:“Bavê rûhanî yê çeteyên DAIŞ'ê Erdogan li gorî fikrên tundrew tevdigere û hewl dide aramî û ewlehiya herêmên Bakurê Sûriyê xirabike. Ev herêm bi saya xwîna şehîdan hate rizgarkirin. Ji ber wê divê hemû gel bi dildarî û dinizmiyê alîkariya kontrolkirina ewlehî û aramiya wê bikin.”

Di berdewama gotinên xwe de Mihemed Arif mudexeleyên Tirkiyê yên di kar û barên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şermezar kir û wiha dewam kir:"Di vê qonaxê de dewleta Tirk bi rêya topbarankirina bajar û bajarokên Bakurê Sûriyê, hewl dide ewlehî û aramiya herêmê têk bibe. Ji lewra ji me tê xwestin ku li hember van êrîşên hovane yên ku hemû gelên herêmê dikin hedef em yekîtiya xwe ava bikin."

Her wiha Arif destnîşan kir ku ew li herêmên ku hatine rizgarkirin û di bin parastina QSD'ê de ne azad in û tû eleqeya Tirkiye bi wan tune ye. Arif got, ji ber ku ev xak a wane, ji bo parastin û paqijkirina wê ji terorê jî ciwanên herêmê tekoşîn dikin.

Rûspiyê êla El-Şerabîn Mihemed Arif, Erdogan weke çete bi nav kir û teqez kir ku Erdogan li gorî fikrên tûndrew û xwînmij tevdigere û hewl dide bi rêya çandina derewan û gotegotan ku ji rastiyê dûrin gelên Bakurê Sûriyê qir bike.

Têkildarî kuştina Şêx Beşîr Feysal El-Hiwêdî jî Mihemed Arif wiha axifî: "Şêniyên Reqayê bi girêdana xwe ya bi xaka xwe tên naskirin û dîroka wan ya êlî şahidê wê ye. Kuştina Şêx Beşîr Fesyal El-Hiwêdî, bûyerek ne normal e. Mirov dikare bêje ku hindek alî hewl didin tevliheviyê di navbera QSD'ê û êlên Ereb de der bixin.”

Têkildarî îdîayên ku, QSD'ê bi kuştina Şêx Beşîr Feysal El-Hiwêdî tewanbar dikin, bi derew û hewldana derxistina tevliheviyê di navbera QSD'ê û êlên Ereb bi nav kir û wiha dewam kir:"Ji ber wê, ji hemû êlên herêmên Reqa û Tebqayê yekîtî tê xwestin. ji bo têkbirina van hewldanan jî divê bi QSD'ê re bi xebitin û xwe kontrol bikin heta ku hêz karibin sûcdarên vê buyerên bêne dîtin.”

Her wiha Arif, bang li dewleta Tirk û rêjîma Sûriyê kir ku komkujiyên ku li ser gelê Sûriyê dimeşînin bi dawî bikin. Mihemed Arif, destnîşan kir ku divê, êlên herêmê li hember her hewldanekî navdewletî û herêmî ku dixwazin destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin dê bêdeng nemînin.

Rûspiyê êla El-Şerabîn Mihemed Arif wiha gotinên xwe bi dawî kir:"Her kesê ku hewl bide nêzî xaka me bibe wê QSD'ê bersiv bidê. Hewldanên ku dixwazin tevliheviyê bi rêya kuştina Şêx Beşîr Feysal El-Hiwêdî derbixin dê neghêjin serî û em ê her destekî ku bi xwaze yekîtiya me hedef bigire, qut bikin."

(şx)

ANHA