Dê û bavê Sarayê: Divê kujerên keça me werin darizandin

Dê û bavê Sara ya ku bi sekvanê artêşa Tirk a dagirker li ser sînorên Tirkiyê û rojavayê Girê Spî hate qetilkirin, bang li civaka navdewletî kirin ku Tirkiye bê darizandin

Dê û bavê Sarayê: Divê kujerên keça me werin darizandin
14 mijdar, 2018   06:21

HÊVÎDAR HERANÎ-MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li hundir û derveyî welat didomîne. Dewleta tirk a ku di nav xwe de qeyrana aborî û siyasî jiyan dike di heman demê de jî êrîşî gelên dewletên cîran dike.

Yek ji wan binpêkirinên hovane yê dewleta Tirk jî kuştina Sara ya 6 salî bu. Sara ji aliyê sekvanên artêşa Tirk a dagirker li gundê bi nave Til Findir ê bi ser Girê Spî dema ji dibistanê vedigeriya di 1’ê mijdarê de hate qetilkirin.

Şehîdxistina Sarayê û hedefgirtina nûçegihanên ajansa me li ser sînorên bajarê Girê Spî hovîtiya dagirkeriya Tirk xuya dike.

Girêdayî mijarê bavê Sara Rifat Mistefa got: "Keça min di refa 1'an de bû. Dema vedigeriya malê bi guleya sekvanên artêşa Tirk a dagirker hate şehîdxistin. Tirkiye ti cudahî naxe di navbera biçûk û mezinan de. Isbata vê yekê qetilkirina keça min e."

Di berdewama gotinên xwe de Rifat pirsî, eger zarokek li derveyî Sûriyê bihata kuştin, wê tevahiya cîhanê ev kiryar şermezar bikira û wiha domand: "Lê mixabin dema ev suc li Sûriyê dibe hemû cîhan bêdeng dimîne. Tu kes girîngî nade zarokan. Isbata vê yekê qetilkirina keça min li ser destê dagirkeriya Tirkiyê ye."

Her wiha Mistefa tekez kir ku dewleta Tirk her çiqas gefan bixwe û binpêkirinên xwe bidomîne wê nikaribe derbasî herêmê bibe. Ji ber ku herêm bi xwîna şehîdan hatiye avdan û ew ê heta dilopa xwîna dawî wê biparêzin.

Di encama êrîşên dagirkeriya Tirk yên ku berdewam dikin de gelek dibistan jî hedef hatin girtin. Her wiha gelek şênî piştî qetilkirina Sara ditirsin ku zarokên wan jî dema ku çûn dibistanê hedef bên girtin û ji ber wê jî bi fikarin.

Ji aliyê xwe ve dayîka Sarayê Fatme Resûl got: "Guneha keça min çi bû? Ew tenê zarokek biçûk bû. Çi gunehê wê hebû, tenê ji dibistanê vedigeriya, çima ew kuştin?"

Fatme ji ber bêdengiya navdewletî û rêxistinên mirovî der heqê binpêkirinên dagirkeriya Tirk li dijî zarokan de got ku ez matmayî me.

Fatme bibîr xist ku ew niha ditirse zarokên xwe bişîne dibistanê, ji bo ku ditirse bûyerek bi heman rengî dûbare bibe: "Ji ber binpêkirinên Tirkiyê, zarokên min ji perwerdeyê bêpar dimînin. Armanca Tirkiyê ew ê ku me bi zorê bide koçberkirin. Lê em ê li gundên xwe li berxwe bidin û em ê nehêlin Tirkiye bighêje armancên xwe."

Di dawiyê de dê û bavê Sarayê bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku ji bending nemînin û Tirkiyê mehkeme bikin.

(şx)

ANHA