4 şehîdên QSD û YPG’ê hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 4 şehîdan li Goristana Şehîd Dijwar oxir kirin û tekez kir ku dê heta avakirina Sûriyeyeke demokratîk ji hemû gelên Sûriyeyê re şopdarên rêya hemû şehîdan bin.

4 şehîdên QSD û YPG’ê hatin oxirkirin
4 şehîdên QSD û YPG’ê hatin oxirkirin
4 şehîdên QSD û YPG’ê hatin oxirkirin
4 şehîdên QSD û YPG’ê hatin oxirkirin
4 şehîdên QSD û YPG’ê hatin oxirkirin
4 şehîdên QSD û YPG’ê hatin oxirkirin
13 mijdar, 2018   14:03

HESEKÊ

Şêniyên Hesekê cenazeyên şehîd El-Besrawî (Timsah) û Fîras Mihemed (Zagros Hesekê) ku her du jî şervanên YPG`ê ne, her wiha cenazeyên Abdulqadir Xidir û Casim El-Ayid (Demhat) ku her du jî şervanên QSD`ê ne û di demên cuda de şehîd bûne, ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin.

Cenazeyên şehîdan bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ve hatin birin. Merasîm bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve dest pê kir. Paşê hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan a Hesekê Welîda Botî, ji fermandarên YPG`ê Şiyar Hesekê, bi navê Rêveberiya Xweser Hisên Elî axaftin hatin kirin.   

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên her çar şehîdan re hate xwestin û hate tekezkirin ku dê şehîdan ji bo azadiya gelê herêmê canê xwe feda kir.

Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê û herêmên ku ji aliyê QSD`ê ve hatine rizgarkirin, dixwaze projeya demokratîk têk bibe û hewl dide alîkariya çeteyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawîn li Dêrazorê de bike.

Di axaftinan de biryara Amerîkayê ya li dijî pêşengên tevgera azadiyê ya Kurdistanê hate şermezarkirin û bang kirin ku ji biryara xwe paşde vegerin. Di dawiya axaftinan de soza şopadnina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan hate dayîn.

Di dawiyê de wesîqetên her çar şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Paşê cenazeyên şehîdan di nava tilîlî û dirûşmeyan de hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA